21:00 22 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    'Erdogan bi hilbijartinan dixwaze bibêje, gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide berfirehbûna me'

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Parlamanetoya Misirê û Balyozê Misirê li Komkara Erebî Tamir el Şehawî diyar kir ku Tirkiye di rewşeke zehmet de ye û têkiliya vê rewşa zehmet jî bi qayimkirina desthilata (Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdoganî heye. Erdogan bi hilbijartinên pêşwext dixwaze ji cîhanê re bibêje, gelê tirk piştgiriyê dide plana wî ya berfirehbûnê".

    Şehawî li ser televizyona El Beledê axift û got, "Tirkiye li ser asta herêmê berfireh dibe ku gelek herêmên kurdî li Iraq û Sûriyeyê dagir dike. Ev berfirehbûna Tirkiyeyê ya Osmanî desthilatê qayîm dike, ji ber ku gel(ê tirk) piştgiriyê dide."

    Li gorî Şehawî, "Erdogan berî niha tenê bi çend puanan bi ser ketibû. Ev jî bû sedem, Erdogan wiha bifikire ku popûlerîtiya wî di bin xeterê de ye, lewra biryara hilbijartinên pêşwext da ji bo ku rewşa welatê xwe ya navxweyî ji nû ve formalîze bike."
    "PIŞTÎ HEWLDANA DERBEYA LEŞKERÎ, ERDOGANÎ HEMÛ MOVIKÊN DEWLETÊ XISTIN DESTÊ XWE"

    Şehawî îdîa dike ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, "Erdoganî kariye hemû movikên dewletê kontrol bike û stûnên xwe lê bi cî bike."

    "PEYAMA ERDOGAN A HILBIJATINAN EW E KU GELÊ TIRKIYEYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE PLANÊN WÎ YÊN GIRTINA ERDÊN NÛ"

    Li ser sedema biryara hilbijartina pêşwext jî, Şehawî got ku Erdogan dixwaze bi vê peyamekê bide cîhanê ku gelê Tirkiyeyê wî dixwaze û herwiha çi biryara dewleta Tirkiyeyê ya ji bo berfirehbûn an jî girtina erdên nû, dê bi piştgiriya gelê Tirkiyeyê bê kirin."

    Berî demekê Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê operasyon dabû destpêkirin û ew herêmê ji destê hêzên YPGê derxistibû û kontrol kiribû.

    Bi heman mijarî:

    PDK hilbijartinên Kerkûkê boykot dike
    PDKê ji bo hilbijartinên Iraqê biryareke nû da
    'Ne Rûsyayê, FBIyê midaxeleyê hilbijartinên Amerîkayê kir'
    Komisyona hilbijartinên Iraqê Helebce ji parêzgehbûnê derxist
    Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê nehat diyarkirin
    Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê li hev kom bûn
    YNK beriya hilbijartinên Iraqê kongreya xwe li dar dixe
    'Endamên DAIŞê hewl didin di hilbijartinên Iraqê de bibin namzed'
    Etîketan:
    YPG, Recep Tayyip Erdogan, Tamer el Şehawî, ıraq, Iraq, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de