17:06 26 Gulan 2018
Zekeriya Yapicioglu - Serokê Huda-Parê

'Gelê kurd ne kirêgir û penaberin, xwediyê welat û ji gelên damezrînêr in'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 01

Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu têkildarî mijara kurd de banga çareseriyek hiqûqî kir û got, "Ji bo çareseriyê divê nasnameya kurdan di qanunê de were naskirin." Yapicioglu derbarê hilbijartinan de jî got, "Li gor qanûnan Huda-Par dikare bikeve hilbijartinan û em wek partiyê jî amade ne ku beşdar bibin."

Partiya Hur Dava (Huda-Par) têkildarî çareserîya pirsgirêka kurd de bi banga ‘Bo Pirsgirêka Kurd Bangawazîya Çareserî ya Hiqûqî' de daxuyaniyek da. Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniyê de ji bo çareserîya meseleya kurd hin pêşnîyarî kirin. Yapicioglu got "Gelê kurd ne kirêgir û penaberin, xwediyê vî welatî û ji gelên damezrînêr yên eslî ne. Piştre nasname û hebuna wan hat înkar kirin. Ji ber ku rê û rêbazên ne rast hatin bikaranîn, ev pirsgirêk kûr bû û çareserîya wê zor û zehmet bû ye."

‘DIVÊ NASNAMEYA KURDAN DI QANUNÊ DE WERE NASKIRIN'

Yapicioglu wiha axivî: "Pirsgirêk ya me hemuyan e û divê were çareserkirin. Li gorî dewletê meselaya kurd, meseleya terorê, tundî û hinekî jî aboriyê ye. Lê di rastîyê de ji ber ku hiqûqa wan tune ye û bi vê sedemê biratîya ku di gotinê de dimîne pêbawer nayê. Yên ku nav û naskirinê şaş bikin ne pêkane ku pirsgirêkê çareser bikin. niha dema çareseriyê ye. Divê sazkirina qanunî ne ji bo ku Yekîtiya Ewropa (YE) dixwaze û ji bo ku hinek çek deynin, ji bo ku gelê me mafê xwe bi dest bixe, neheqî û bê arami bi dawî bibe bê kirin. Ji bo çareseriyê divê nasnameya kurdan di qanunê de were naskirin û ji bo vê gav werin avêtin. Divê zextên li ser ziman werin rakirin û ji bo hemû kesan mafê perwerdeya zimanê zikmakî were dayîn. "

‘LI GORÎ QANUNAN HUDA-PAR DIKARE BIKEVE HILBIJARTINAN'

Yapicioglu, piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan yên li ser hilbijartinê bersivandin. Yapicioglu diyar kir ku ew bo hilbijartinê amade ne û got: "Di meha çile de YSKê navên partîyên ku dê bikaribin bikevin hilbijartinan eşkere kir û piştre çend tişt li wê lîsteya ku weşand zêde kir. Di nav wan navan de Huda-Par tunebû. Li gor qanûnan Huda-Par dikare bikeve hilbijartinan. Ez ê îro Serokatîya Dîwanê kom bikim û em ê ji bo YSK vê xeletiya xwe sererast bike serlêdanê bikin. Em hêvîdar in ku YSK vê xeletîya xwe dê sererast bike. Em wek partiyê jî amade ne ku beşdarî hilbijartinan bibin."

Bi heman mijarî:

HUDA-PAR bi Partiya Saadetê re hevdîtinekê pêk tîne
‘Biryara hilbijartinê pêşwext hefteya borî di civîna Yildirim û Bahçeli de hat wergirtin'
PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin
‘Tirkiye ji bo ku kurd li herêmê statuyekê bi dest nexin temînat dan hinek welatan'
Etîketan:
hilbijartin, pirsgirêka kurd, çarserî, huda-par, Zekeriya Yapicioglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de