01:40 26 Gulan 2018
Binali Yildirim û Devlet Bahçeli

‘Biryara hilbijartinê pêşwext hefteya borî di civîna Yildirim û Bahçeli de hat wergirtin'

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)
0 02

Biryara hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê kengî hat girtin, raste gelo Bahçeli bêyî şêwra AKPê daxuyaniya hilbijartinê kir? Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş bersiva pirsên ajansa Spûtnîk Kurdistanê dan.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş ji bo biryara hilbijartina pêşwext a 24ê Hezîranê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re got: "Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli hemû gavên xwe bêyî kordînasyona AKPê navîne. Bahçeli gavên siyasî ji bo rê li ber Erdogan veke û îstîqbala xwe biparêze davîne û vê jî bêşewr nake. Ev biryara hilbijartina pêşwext jî bi şewrê herdu aliyan bi dabeşî hat wergirtin."

‘JI BO RÊ LI BER FIYASKOYA TIFAQA KOMARÎ WERE GIRTIN BIRYARA HILBIJARTINÊ HAT DAYÎN'

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş di axaftina xwe de got: "Li Enqereyê her kes dizane hefteya borî Serokwezîr Binali Yildirim û Devlet Bahçeli hevdîtinek pêk anîn û di wê civînê de nêrînên xwe yên derbarê hilbijartina pêşwext de li hev par kirin û biryara hilbijartinê wergirtin. AKP û MHPê ev biryar wek şerê dabeşî wergirtin. Başe çima ev biryar wergirtin? Du sebebe wê hene. Ya pêşî, dîtin ku ‘Tifaqa Komarî' ku AKP û MHPê kiriye di hilbijartina 2019an de tu dengan bi dest naxe. Ji bo di nava dildarên herdu partiyan de sînerjiyek çênebû û hêviyên wan şikestin. Eger biryara hilbijartina pêşwext nedana û pêşî tevlî hilbijartina herêmî bibûna û di wir tiştê ku dixwestin bidest nexistana û tabloyekî xerab derketana wê hilbijartina 2019an a serokomariyê jî têxistana talûkê. Ji bo ku ev tablo dîtin û rê li ber fiyaskoya ‘Tifaqa Komarî' ya hilbijartina herêmî bigrin wek kesên ku herin hewarê biryara hilbijartina pêşwext dan."

‘AKPÊ BERÎ KURBÛNA KRÎZÊ BIRYARA HILBIJARTINÊ WERGIRT'

Bariş Yarkadaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ya duyemîn, krîza ekonomîk pir kur dibe, polîtîkaya AKPê ya derveyê welat nediyar e, rêjeyên bêkariyê ji du reqeman derbas kir û hejmara kesên nikarin karekî peyda bikin her diçe zêdetir dibe. Li daîreyên heczê hejmara dosyayên ku li ber heczkirinê ne ji 26 milyonan derbas kiriye, ji bo pirsgirêka kurdî tu gaveke ku bavînin nema, bi Yûnanistan û welatên Ewropa re gengeşî derketiye asta herî bilind. AKP û MHP ji bo ji van krîzan xwe xelas bikin û berî ku ev krîz kurtir bibin û wek çareseriyekê hilbijartina pêşwext xelasî ji xwe re dîtin. Berî ku krîz kurtir bibe û dengên wan kêm bibin xwestin careke din şensê xwe biceribînin û lewma biryara hilbijartina pêşwext hat wergirtin. AKPê bi vê biryarê desthilatiya xwe û MHPê jî xwest hebûna xwe ya parlamentoyê biparêze. Lê bila baş bizanibin ku xelkê vî welatî ev 16 sal in ji van pir westiyaye, pêwistî bi guherîneke mezin û gel 24ê Hezîranê dê vê guherînê pêk bîne."

‘DIVÊ CHP, HDP, PARTIYA SAADET, IYI PARTÎ Û HWD. NEXŞERÊYEKÊ DIYAR BIKIN'

Yarkadaş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo hilbijartina serokomariyê di nava çend rojên pêşiya me de divê muxalefet nexşerêyeke ji xwe re diyar bike. Dema ez dibêjim muxalefet qesta min IYI Partî, Partiya Saadetê, Partiya Demokrat, HDP, Partiya Demokrat a Liberal û hemû partiyên derveyê ‘Tifaqa Komarî' ne. Pêşî divê ev muxalefet biryarekê wergire, gelo di hilbijartina serokomariyê de wê bi namzedekî beşdarî bê kirin an her partî wê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibe û di tura duyemîn de wê li dora namzedê mayî kom bibin? Eger hetanî çend rojan ev mijar zelal bibe wê CHP jî biryara xwe bide. Jixwe CHP dema biryara xwe bide û namzedekî nîşan bide navê wî dê bi raya giştî re parve bike. Ji bo namzediya Kiliçdaroglu jî wê di nava lijneyên partiyê de nirxandin werin kirin. Kiliçdaroglu rojên pêş wê bi Serokê Şaxên CHPê yên bajaran re hevdîtinekê pêk bîne û li wir jî ev mijar were nirxandin û herî dereng di nava 10 rojan de namzedê partiya me an jî yê muxalefetê dê were eşkerekirin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (102)

Bi heman mijarî:

Şirketa anketor: AKP û MHP herdu bi hev re jî ji sedî 50 derbas nakin
AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
Nivîskar Dilipak: "AKP û MHP perçe dibin"
Li Enqereyê wê Serokên AKP, CHP û MHP lûtkeya ‘terorê’ pêk bînin
AKP û MHP sibe dê ji bo pêşniyara serokatiyê daxuyaniyeke hevbeş bidin
Etîketan:
Biryara hilbijartina pêşwext, Bariş Yarkadaş, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de