17:05 26 Gulan 2018
Polîsên Tirkiyê Operasyon

Li bajarê Stenbolê operasyonên hevdemî: 7 kes hatin binçavkirin

© REUTERS / Stoyan Nenov/Files
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Stenbola Tirkiyeyê serê sibehê operasyonên hevdemî hat lidarxistin. Ekîbên şaxa dijî terorê li 6 navçeyan bi ser 7 navnîşanan de girtin. Di operasyonan de 7 gûmanbarên endamên DAIŞê hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên berdest Ekîbên Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê ya Miduriyeta Ewlekariya bajarê Stenbolê, kesên ku li ser medyaya civakî propagandaya DAIŞê dikin û danûstendina pereyan kirine tespit kirin. Herwiha ji bo desteserkirina gûmanbaran xebat dan destpêkirin.

Ekîbên şaxa dijî terorê li 6 navçeyan û 7 navnîşanan operasyonên hevdemî lidarxistin. Di operasyonan de 7 gûmanbar hatin desteserkirin.

Di lêgerîna navnîşanan de gellek amûrên rêxistînî û yên dijital hatin bidestxistin. Hat ragihandin ku lêpirsîna gûmanbaran li Miduriyeta Ewlekariyê didomin.

 

Bi heman mijarî:

Li hemberî mamostayan operasyon: 50 mamosta hatin binçavkirin
Tirkiye: Dibe em operasyon li Til Rirafê pêk neynin
Etîketan:
endam, daiş, desteserkirin, operasyon, Miduriyeta Ewlekariya bajarê Stenbolê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de