05:34 22 Gulan 2018
    Qezaya trafîkê

    Li Erziromê wesayîta penaberên afgan qeza kir: Kesek mir û 30 jî birîndar bûn

    Ria.ru
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Erziromê wesayîta ku penaberên afgan têde bûn ji kontrolê derket û qulibî. Penaberek mir û 30 jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, bûyera qezaya trafikê îro berê sibehê li nêzî gundê Aktaş ê navçeya Eleşgirta Agirî û Xorasana Erziromê qewimî. Qemyona bi plakeya 04 AF 996 ku penaberên afgan têde bûn, dema li Qereqola Dellal cendirmeyên tirk ferq kirin xwest bireve û ji rêya sereke kete rêya talî.

    Qemyon di ketina rêya talî de li bariyerekê qelibî û qulibî. Jin û zarok jî di nav de 70 penaberên k udi kasa qemyonê de bûn peqiyan derdorê. Li gor amareyên destpêkê di bûyera qezayê de penaberekî afgan canê xwe ji dest da û 30 birîndar bûn.

    Piştî bûyera qezayê gelek ambulan, tîmên tendirustî û tîmên AFADê bo herêmê hatin şandin. Birîndarên qezayê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên nêzîk ên herêmê û ji bo desteserkirina ajovanê qemyonê lêkolîn hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Êlihê qezaya trafîkê: 4 mirî û 11 birîndar
    Qezaya trafîkê li Zaxoyê: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji des da
    Li Çorumê qezaya trafîkê: Bi dehan mirî û birîndar
    Li navçeya Çelê qezaya trafîkê: 11 birîndar
    Li Dihokê qezaya trafîkê: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
    Li Wanê qezaya trafîkê: 8 mirî û 2 birîndar
    Etîketan:
    Li Erziromê qezaya trafîkê, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de