04:36 28 Gulan 2018
Recep Tayyip Erdogan

'Erdogan mecbûr ma bi ya Bahçeli bike'

© AP Photo / Burhan Özbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi li ser destnîşana serokê MHPê Devlet Bahçeli ya hilbijartina pêşwext û dîroka 24ê Pûşbera 2018an de di qunciknivîsa xwe de hin agahî parve kirin ku ev biryar çawa hatiye stendin.

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi eşkere kir ku beriya niha bi 3 hefteyan Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul û serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli hevdîtinek pêk anîn e û ev hevdîtin ji bo stendina biryara hilbijartinên pêşwext gellekî girîng bû. Selvi bibîr xist ku serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan herdem di axaftinên xwe de destnîşanî dîroka asayî ya hilbijartinan dikir. Her ku mijara hilbijartinên pêşwext dihat rojevê Erdogan bi gotina ‘hilbijartin tuneye' mijar ji rojevê bi dûr dixist. Lê çi bû herdu serokan ji nişkave biryara hilbijartina pêşwext stendin?

Herwiha devlet Bahçeli di wê fikrê de ye ku hin kes ji bo ku zirarê bidin tifaqê dest bi xebatan kirine û fikrên xwe di hevdîtina duh de bi Erdogan re parve kiriye. Selvi da zanîn ku Bahçeli beriya niha jî di koalîsyona DSP û ANAPê de jî ji ber ku hin kemîn li ber MHPê hatine vedan bê gûman koalîyon xira kir û di tarîxa 3ê Mijdara 2002an de biryara hilbijartina pêşwext da bû.

Abdulkadir Selvi got ku biryara hilbijartina pêşwext Bahçeli da, lê dîroka wê Erdogan diyar kir. Li gor nivîsa Selvi piştî daxuyaniya Bahçeli serokomar Erdogan bi hin erkanê partiya xwe re axiviye û daxuyandiye ku divê welêt zêde di rojeva hilbijartinê de nehêlin û ji bo ev nediyarî ji holê rabe biçin hilbijartina pêşwext.

Bi heman mijarî:

‘Berî payîzê hilbijartin têne lidarxistin'
Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin
Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
Erdogan û Bahçeli li hev civiyan
Etîketan:
dengdêr, sindoq, pêşwext, hilbijartin, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de