08:12 25 Gulan 2018
    CHP mitingi

    Li kulîsên CHPê ji bo serokomariyê navê kê tê axaftin?

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tirkiye di 24ê Hezîranê de diçe hilbijartina pêşwext û li gor îdîayan li kulîsên CHPê ji bo namzedê serokomariyê navê Kemal Kiliçdroglu tê axaftin.

    Li gor nûçeya İklim Ongela rojnameya Cumhuriyetê, Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPê bi Serokatiya Kiliçdaroglu 5 seetan civînek li dar xist û mijare sereke jî hilbijartina pêşwext bû.

    Li kulîsan ji bo ku dema hilbijartinan pir kin e şîroveyên ku divê Kemal Kiliçdaroglu bibe namzedê serokomariyê têne kirin. Kiliçdaroglu wê dîsa bi Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu re ji bo tifaq û namzede serokomariyê hevdîtinekê pêk bîne.

    Li gor biryara Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPê dê pêvajoya diyarkirina namzedê serokomarî û parlamenteriyê were lezkirin û wek referandûmê wê di demeke kin de wezîfe werin parvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Kemal Kiliçdaroglu: Erdogan bila kesên ku bi kefên pêşwaziya wî dikirin bişîne Efrîne.
    Reqîbê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere bû
    ‘Dibe Kemal Kiliçdaroglu were girtin'
    Hevseroka HDPê û Kemal Kiliçdaroglu dê hevdîtin pêk bînin
    Kurê Kemal Kiliçdaroglu: ‘Tu berjewendiyeke xelkê ku ji bo CHPê derkevin kolanan tuneye'
    Etîketan:
    Partiya Saadetê, IYI Partî, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de