07:02 26 Gulan 2018
Rusya'nın Ankara Büyükelçisi Andrey Karlov

'Polîsê ku Karlov kuşt bi zanebûn telefona xwe li cihê bûyerê hişt'

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat îdîakirin polîsê ku Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov kuştiye Mevlut Mert Altuntaş bi zanebûn telefona xwe li cihê bûyerê hiştiye.

Cenazeyê Karlov li Moskowê hat pêşwazîkirin
© Sputnik / Valery Sharifulin/Pool/Tassphoto
Li gor îdîaya nûçeya Hilal Ozturka rojnameya Kararê, dozgerê komarî yê Enqereyê Adem Akinci ku doza lêpirsîna kuştinê dişopîne gihîşte merhaleyeke girîng. Telefona Iphone ku 50 metroyî li dûrî cesedê Mevlut Mert Altintaş hat dîtin, bi zanebûn li wir hatiye danîn.

Tê îdîakirin ku polîs Mevlut Mert Altintaş hemû merhaleyên suîqestê pir bi baldarî plan kiriye û li gor wê tevgeriyaye û beriya ku were kuştinê daniye wî cihî. Ji bo ku dihat zanîn şikandina şîfreya telefona Iphonê pir zahmet e û ev wek tektîk hatiye bikaranîn.

Berê ji bo şikandina şîfreya telefona Altintaş ji şirketa Appleyê alîkarî hatibû xwestin, lê şirketê ji bo şikandina telefonê alîkarî nekir.

Bi heman mijarî:

Pisporê çînî jî şîfreya telefona katilê Karlov neşikand
Di lêpirsîna sûîqesta Karlov de ji bo Gulen û Uslu biryara binçavkirinê hat deranîn
Di suîqesta Karlov de kesekî din hat girtin
Ji sûîqesta Karlov kesekî din hat girtin
‘Têkiliya girtiyê FETO bi suîqesta Karlov re derket'
Karlov li Enqerê bi konserekê hat bibîranîn
Etîketan:
Balyozê Rûsya yê li Enqereyê, Andrey Karlov, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de