07:44 25 Gulan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Gultekin namzetiya xwe ya Serokkomariyê ragihand

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnamevan Levent Gultekin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wê bibe namzetê Serokkomariyê.

    Îro piştî ku Hikûmet dîroka hilbijartinên pêşwext ragihand gelek sazî, partî û şexis ketin tevgera diyarkirina namzetan. Nivîskar û rojnamevan Levent Gultekîn jî li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku ew jî dê bibe namzetê serokkomariyê. Gultekin di peyama xwe de van îfadeyana bi kar anî: Îqtidar biryara hilbijartinên pêşwext da, ev ne biryara hilbijartinê ye, ev biryara xespkirina Tirkiyê ye. Ev biryar tê maneya ku ‘ji min pêştir kes nikare vê welatê bi rê ve bibe.'

    Gultekin di dewamiya peyama xwe de got ku: Werin em dest bidin hev, em gere bibêjin ku ‘Tirkiye ji te mezintir e'. Min biryar da ku ez jî bibim namzed û ez hêvî dikim ku hûn jî aliyê min bikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Çekyayê dîsa Milos Zeman wekî serokkomar hat hilbijartin
    Etîketan:
    levent gultekin, serokkomar, hilbijartina pêşwext, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de