20:51 20 Gulan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Li Tirkiyê rewşa awarte 3 mehên din hat dirêjkirin

    © AP Photo / Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li ser pêşniyariya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Civîna Giştî ya Parlementoyê Tirkiyê (TBMM) Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehên din hat dirêjkirin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS / Yasin Bulbul
    Rewşa Awarte ya ku piştî hewla derbeya leşkerî ya li Tirkiyê hatibû ragihandin ev cara hefetemîn ku tê dirêjkirin.

    Dûhî Raporta Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya di derheqê pêvajoya endambûna Tirkyê de hatibû hate belavkirin. Raport bal kişandibû ser rewaş awarte û destnîşan kiribû ku zêdetirî 150 hezar kesî hatine binçavkirin û ji vana 78 hezar kes hatine girtin û 110 hezar fermanberên dewletê ji kar hatine dûrxistin. Raportê ji Tirkiyê hatibû xwestin ku dawî li rewaşa awarte (OHAL) bîne.

    Herwiha Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya NYyê jî bang li Tirkiyê kiribû ku OHAL were rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyeyê OHAL bo cara 7emîn tê dirêjkirin
    Konseya Ewropayê: Em ji dirêjkirin û çarçoveya rewşa OHAL a li Tirkiyeyê nîgeran in
    HRW: Li Tirkiyeyê OHAL dibe sedema binpêkirinan
    Moody's ji bo OHAL û Referandumê hişyarî da Tirkiyeyê
    HRW: Divê OHAL bê rakirin û dawî li fişara ser Kurdan were
    Li Tirkiyê Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehên din hat dirêjkirin
    Etîketan:
    Ohal, MGK, Rewşa Awarte, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de