17:08 24 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan dema hilbijartinan eşkere kir

    © REUTERS / Yasin Bulbul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi serokê Partiya Tevgera Neteweparêz(MHP) Devlet Bahçeliyî re civiya ku duh banga hilbijartina pêşwext kiribû. Piştî civîna Erdogan niha derbarê mijarê de axift û diyar kir ku hilbijartin dê di 24ê Hezîranê de pêk bînin.

    Tiştên sereke ji axiftina Erdoganî wiha ne:

    • Berî niha jî em gelek caran bi Bahçeliyî re civiyan û em li ser geşedanên hundirîn û derveyî yên têkilîdarî welatê me de aixvîn. Me îro jî bi berfirehî gotûbêj kirin. Me derfet dît ku pêşniyara Bahçeliyî binirxînin.
    • Li gel ku wiha dixuyê wek Kêşeyên cidî tine ne jî lê nexweşiyên pergala berê di her gavê de derdiekevin pêşberî me. Tercîha me ew bû ku em heta mijdara 2019an xwe bigirin. Operasyona derveyî sînorî ya li Sûriyeyê û bûyerên bi giringiya dîrokî yên li herêmê wiha kir ku nediyarî werin derbaskirin. Ji bo biryar bi awayekî xurttir werin dayîn, êdî pêwîstî çêbûye ku bi lezgînî pergala birêveberiya nû were sepandin.
    • Di vê wêneyê ku welatê me hevrîşî wê bûye de, me li gel hevalan li hev kir ku bi êrênî nêzîkî pêşniyara Bahçeliyî bibin.
    • Êdî bûye merc ku em hilbijartinan ji rojeva welatê xwe derxînin. Me biryar da ku hilbijartin di 24ê Hezîrana 2018an roja yekşemê de pêk bînin.
    • Em demildest pêvajoya qanûnî ya têkilîdarî mijarê didin destpêkirin. Saziya Hilbijartinan a Bilind bêguman dê tavilê dest bi amadekariyan bike.

    Bi heman mijarî:

    Çima Erdogan bi kincên leşkerî çû ser sînorên Sûriyeyê?
    Civîna hevpar a Pûtîn û Erdogan: Pêwendiyên Rûs-Tirk ezmunên mezin derbas kirin
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    'Dengdêrên CHPê li pişt Gul nasekinin, namzetiya Gul wê bi kêrî Erdogan were'
    Erdogan: Çawa li Almanyayê êrişa terorî pêk hat dê li Fransayê jî pêk were
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de