17:41 23 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş: Hibijartina pêşwext bivênevê ye, helwesta HDPê dê encamê diyar bike

    © Sputnik / Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 0 0

    Hevserokê berê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş li ser bangewaziyên hilbijartina pêşwext diyar kir ku partiya wan ji bo hilbijartinan amade ye. Demirtaş, "Tevî qedexesya siyasetê, ez bibime namzet jî û nebim jî, HDP û şexsê minji bo hilbijartina serokomariyê em bi îdia ne û teqez dê helwesta partiya me encamê diyar bike."

    Hevserokê berê yê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê girtî bi rêya parêzerên xwe derbarê rovejê û nîqaşên hilbijartina pêşwext de daxuyanî dan:

    ‘DI HILBIJARTINÊN SEROKOMARIYÊ DE EM BI ÎDIA NE'

    Demirtaş li ser pirsa bê ew ê bibe namzetê serokomariyê yana na wiha axivî:

    "Tevî qedexesya siyasetê, ez bibime namzet jî û nebim jî, HDP û şexsê minji bo hilbijartina serokomariyê em bi îdia ne û teqez dê helwesta partiya me dê encam diyar bike. Em dê rûdanên berê binerin û anegorî mijara namzediyê binirxînin."

    ‘JI BER KU AKP Û MHP JI BO KU DI VÊ SIYASETÊ DE HER ROJ NOQAV DIBIN HILBIJARTINEKE BERWEXT BIVÊNEVÊ YE'

    Demirtaş bangewaziya serokê MHPê Bahçeli ya ji bo hilbijartina pêşwext jî nirxand, "Ji ber ku AKP û MHP ji bo her roj di vê siyasetê de noqav dibin hilbijartineke pêşwext bivênevê ye. HDP bo hilbijartinê amade ye."

     

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Biryara berdewamiya girtina Demirtaş hat dayîn
    Demirtaş: Yên ku dê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in
    Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye
    Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
    Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan
    Demirtaş: Min ji rêveberên PKKê ferman negirt
    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Etîketan:
    Hilbijartina berwext, Hilbijartin, MHP, AKP, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de