18:11 21 Gulan 2018
    Ala Almanya û Tirkiyeyê

    Tirkiyeyê welatiyekî Almanyayê girt

    © REUTERS / Hannibal Hanschke
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Malpera DWê ragihand ku welatiyeke Almanyayê esil-tirk bi navê Adil Demirici li Tirkiyeyê hatiye girtin. Medyaya Almanyayê diyar dike ku dibe, ev girtin careke din bibe sedem ku asayîkirina têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê têk biçe.

    Li gorî malperê, dibe ku "ev geşedan careke din çerxa asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Almanyayê bi paş ve vegerîne."

    Malper nûçeya xwe dispêre kovara Der Spiegelê û dibêje ku desthilata Tirkiyeyê îniya borî welatiyê alman ê bi esil-tirk ê bi navê Adil Demirci desteser kiriye.

    Li gorî wê malpera almanî, ​Demirci(31 salî) ji bajarê Cologneê yê Almanyayê ye û di qada xizmetên civakî de dixebite. 

    Herwiha di heman nûçeyê de tê gotin ku polîsên bi maske û çek girtiye ser mala wî û wan ew biriye cihekî nediyar.

    Lê tevlihevî derbarê pîşeya Demiriciyî de heye ji ber Yekîtiya Rojnamevanên Alman (DJV) duh ragihandiye ku ew wek peyamnêr dixebite.

    Ji aliyê din ve, rojnamevana Ajansa Etnik Haberê Derya Okatan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Demirici peyamnêrê wan e û hatiye girtin.


    Wezareta Derve ya Almanyayê ragihandiye ku pêwendî bi malbata wî re danîne lê nizanin bê sedema desteserkirinê siyasî ye yan na.

    Lê parêzerê wî dibêje ku miwekilê wê bi tawana endambûna di Partiya Komunîst a Marrksîst-Lenînîst a Tirkî hatiye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê bangî NATOyê kir ku ji bo Efrînê bicivin
    Pisporê rûsî: Tirkiye ji bo êrîşên ser Efrînê pişta xwe bi Almanyayê ve girênade
    Şandeya HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye
    Meclisa Efrînê bangî Almanyayê kir: Bila Tirkiye tankên xwe bi kar neyêne
    'Tankên Almanyayê xwe li ber mercên Efrînê negirt'
    Parlamentoya Almanyayê: Artêşa Tirkiyeyê sivîlan dikuje
    Li Almanyayê malbateke Tirk bi tevahî mirî hatin dîtin
    Etîketan:
    Derya Okatan, Adil Demirci, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de