04:34 25 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan - hilbijartin

    ‘Berî payîzê hilbijartin têne lidarxistin'

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Rojnamevan û nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Kemal Can ihtîmala hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Rojnamevan û nivîskarê Cumhuriyetê Kemal Can ji bo ihtîmala hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê got: "Piştî axaftina hilbijartinê ya Serokê MHPê Devlet Bahçeli ku yek ji şîrikê hikûmetê ye ez ihtîmala ku hilbijartina Tirkiyeyê di dema xwe were lidarxistin pir kêm dibînim."

    ‘DÊ HILBIJARTIN WERIN PÊŞXISTIN'

    Nivîskar Kemal Can di axaftina xwe de got: "Ez bi xwe li şûna şîroveya Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan İlnur Çevik ku got ‘êdî tîr ji kevanê derketiye' şîroveya macun ji tup derket' rasttir dibînim. Ji bo ku dema macun ji tup derket êdî ne mimkin e ku ew macun dîsa têkeve tup. Peyva hilbijartina pêşwext ji hela polîtîk ve enstirumaneke wiha ye, dema ku carekê hat gotin êdî vegera wê pir zahmet dibe. Lewma dibêjim ihtîmala hilbijartina pêşwext pir pir zêde ye, dê hilbijartin pêşwext bibin, lê dibe dîroka wê were revîzekirin."

    ‘BAHÇELI BÊYÎ ŞÊWRA AKPÊ GOTINEKE WIHA NABÊJE'

    Kemal Can di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di serî de vê bêjim, Devlet Bahçeli bêyî ku bi hikûmetê bişewre û lêkolînê bike bi tena serê xwe vê biryarê nade. Qe nebe hetanî hikûmetê agahdar neke peyva hilbijartina pêşwext bikar nayîne. İhtîmala ku bi AKPê re xeberda be zêde, lê ne mimkin e ku bê xebera wan gotineke wiha bêje. Ji bo ku vê axaftina Bahçeli dişibînin hilbijartina pêşwexşt a sala 2002an û hinek kes dibêjin ‘Bahçeli bêyî ku bi şirîkên xwe bişêwre daxuyaniya hilbijartina pêşwext dabû.' Ez vê bêjim, daxuyaniya Bahçeli ya sala 2002an hemleyeke têkbirina koalîyonê bû û nha hemleyeke wî li hemberî têkbirina koalîyona niha tuneye. Em dikarin bêjin herdu rewş ji hev cuda ne. Bahçeli li gor xwe lêkolînek kiriye û her çi qas lihevkirinek esasî çênebibû jî jê re hatiye gotin ‘tu vê bîne rojevê ka em li nebz û bertekên raya giştî temaşe bikin bê çi dibe'. Yanî daxuyaniya hilbijartina pêşwext ji bo Erdogan ne tiştekî suprîz e."

    ‘BERÎ PAYÎZÊ HILBIJARTIN DÊ WERIN LIDARXISTIN'

    Can di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek min berê jî got ji bo dîroka hilbijartina pêşwext tu texmîneke min tuneye, ji bo ku derbarê wê mijarê de wê nêrîna şaxên partiyan were girtin, lewma ev mijar hinekî wê binîqaş be. Meselaya dîrokê di mirûra demê de wê zelal bike. Lê dema mirov li dîroka ku Bahçeli dide temaşe dike, tê fêhmkirin ku naxwazin dîrokê pir zêde bikin û dê hilbijartin neyên dirêjkirin. Yanî li gor daxuyaniyê, eger pêşniyara Bahçeli ji aliyê AKPê an jî Erdogan were qebûlkirin ihtîmala ku berî payîza 2018an werin lidarxistin heye. Her çi qas bandora wê li ser dengdêran tunebe jî, tabî dibe dîrokê hilbijhartinê têxin wan rojên sembolîk jî."

    Bi heman mijarî:

    Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin
    Ruhanî û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan bi Merkel re peywendiyeke telefonî danî
    Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg re civiya
    Erdogan: Kes nikare bêje me bêdeng bin
    Erdogan ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê got: Ev kar wisa bi bergiriyên pansûmankirinê nabe
    Etîketan:
    Hilbijartina pêşwext a Tirkiyeyê, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de