05:37 22 Gulan 2018
    Suavi

    Li hunermend Suavi 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birrîn

    © Foto : nilufer.bel.tr
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hunermend Suavi bi hinceta ku heqerat li serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Dadgehê paşê cezayê girtîgehê vergerand cezayê pere. Parêzerê Suavi bertek nişanî biryara dadgehê da û got: "Ev biryar di hikmê gefxwarina dijî azadiya fikrên civatê ye."

    Suavi di 29ê cotmeha 2016an de di çalakiyek li Îzmîrê de ku gotibû, "Hetanî duh kî bi misîn ava avdestê li destê wî dirijand, hetanî duh jî kî benê pêlava wî girêdida, di navbera FETO û Erdogan de ti cudahî tuneye?" Ji ber van gotinan derbarê suavî de bi hinceta ku heqaret li serokomar Erdogan kiriye doz hatibû vekirin.

    Li gor nûçeya Gazeteduvarê doza ku li Dadgeha Asliyeya Cezayê ya 33em a Îzmîrê dihat dîtin, parêzerên Suavi beraata hunermend xwestin ku axaftina muvekîlên wan di çarçoveya fikrên azad de bê nirxandin. Herwiha dadgehê biryara xwe eşkere kir ku 11 meh û 20 roj ceza li Suavi hatiye birrîn. Dadgehê cezayê Suavi yê girtîgehê vergerand cezayê 14 hezar lîre pereyan.

    Piştî danişînê parêzerê Suavi bertek nişanî biryara dadgehê da û got: "Ev biryar di hikmê gefxwarina dijî azadiya fikrên civatê ye."

    Bi heman mijarî:

    Li hemberî mamostayan operasyon: 50 mamosta hatin binçavkirin
    Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Qeymeqamê Mahsert û Kerboranê hatin binçavkirin
    9 efserên artêşa Tirkiyeyê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    parêzer, girtîgeh, ceza, dadgeh, Suavi, Gazeteduvar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de