20:54 20 Gulan 2018
    Hilbijartin - Pisûleya dengan

    Serşêwirmendê Erdogan: Êdî ne pêkane ku hilbijartin di sala 2019an de werin kirin

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serşêwirmendê serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Ilnur Çevik li dijî bangewaziya serokê MHPê Devlet Bahçeli ku got, ‘di 26ê Tebaxa 2018an de bila hilbijartinên pêşwext werin kirin' di qunciknivîsa xwe de eşkere kir ku êdî hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê ne pêkane ku di mijdara sala 2019an de werin lidarxistin.

    Herçiqas piştî pêşniyaza serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli çav zîvirî bin ser hevdîtina bi serokomar Recep Tayyip Erdogan jî, ji serşêwirmendê Erdogan Ilnur Çevik daxuyaniyek balkêş hat. Çevik di qunciknivîsa xwe de eşkere kir ku êdî ne pêkan e ku hilbijartinên serokomariyê di Mijdara sala 2019an de werin lidarxistin.

    Ilnur Çevik di nivîsa xwe de wiha got: "Wek rojnamevanekî ku ev 45 sale siyaseta Tirkiyeyê dişopîne, ez bawer nakim ku êdî hilbijartinên serokomariyê û yên parlamenteriyê di sala Mijdara 2019an de were kirin, ji ber ku êdî ne pêkan e. Herwiha her tişt îro piştî hevdîtina serokomar Recep Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli de dê eşkere bibe. Di vê pêşniyazê de nêtek xirap tuneye, şerekî dualî jî tuneye, diyar e ku pêşniyaza Bahçeli bo AK Partiyê jî bû ye surprîz, lê ti kes nikare çavê xwe ji vê pêşniyazê re bigre."

    Bi heman mijarî:

    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
    Erdogan û Bahçeli li hev civiyan
    Kiliçdaroglu: Erdogan û Bahçeli bên ba hev jî nikarin ji %47an derbas bikin
    Bahçeli: Em ê 5 qatê Vîetnamê bînin serê Amerîkayê
    Etîketan:
    hdp, mhp, chp, parlamenterî, serokomarî, hilbijartin, Ilnur Çevik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de