17:36 23 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    ‘Plana tifaqê ya CHPê amade ye, lê helwesta partiyên din ne diyar e'

    © REUTERS / UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî pêşniyaza serokê MHPê Devlet Bahçeli ku got 'bila di 26ê Tebaxê de hilbijartinên pêşwext werin kirin' rojeva partiyên Tirkiyeyê bû ye hilbijartinên pêşwext. Hat ragihandin ku partiya mûxalefetê CHPê jî li dijî hilbijartinek pêşwext planên xwe amade kirine.

    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê piştî pêşniyaza serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli ku got ‘bila di 26ê Tebaxa 2018an de hilbijartinên pêşwext werin kirin û ne hewceye em dirêj bikin' çav zîvirîn ser partiya sereke ya mûhalefetê CHPê. Salek beriya niha di hilbijartinên 16ê Nîsanê de partiyên ku bi bloka ‘Na' bibûn yek tê meraqkirin gelo wê çi biryarê bistînin.

    Li gor nûçeyê piştî biryarstendina fermî ya hilbijartina pêşwext CHP wê ‘Bloka Demokrasiyê' pêşniyazî partiyên mûxalîf bike. Plana CHPê li ser 'di tûra ewil ya hilbijartina serokomariyê ku ti kes ji %50+1ê bidest naxe' hatiye avakirin. Ji ber vê jî her partî wê namzetê xwe di tûra ewil de nişan bide. Herwiha di tûra ewil de namzetê ku zêde deng bidest bixe wê bibe namzetê hemû partiyên mêxaleyetê û piştgiriyê bidinê.

    Hat eşkerekirin ku di pêvajoya hilbijartinê de 'Bloka Demokrasiyê' wê propagandaya pergala parlamenteriyê bike, di çarçoveya tifaqê de edalet, cudakirina hêzan, lê vegera pergala parlamenteriyê wê derkevin pêş.

    Bi heman mijarî:

    ‘Êdî şensekî ku em bêjin na tuneye'
    Li Tirkiyeyê OHAL bo cara 7emîn tê dirêjkirin
    Barbara Bush jiyana xwe ji dest da
    Netanyahu: Di nava çend rojên pêş de Amerîka balyozxaneya xwe li Qudsê vedike
    Etîketan:
    serokomarî, hilbijartin, AKP, HDP, MHP, CHP, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de