07:04 26 Gulan 2018
Mustafa Ozçelik û Mistefa Hicrî

Serokê PAKê Ozçelik serdana PDKÎyê kir

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Heyeta Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku bi serokatiya Mustafa Ozçelik pêk dihat serdana Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) kir.

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mustafa Ozçelik li gel endamê Reveberiya Navendî yê PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas duhî li Herêma Kurdistanê, li Koy Sancaqê serdana Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDKÎ) kir. Heyeta PAKê ji alîyê Serokê Giştî yê PDKÎyê Mistefa Hicrî, Cîhgirê Serokê Giştî yê PDKÎyê Hesen Şerîfî, endamên Desteya Karger Mihemed Nezîf Qadirî, Kerîm Perwîzî û Tahir Mehmûdî ve hate pêşwazî kirin.

Ozçelik ji bo careke din wek Serokê Giştî hat hilbijartin pîrozbahiyar Mistefa Hicrî kir û serkeftin ji rêvebirîya nû ya PDKÎyê re xwest.

Hicrî jî spasîya heyeta PAKê kir û behsa xebatên xwe yên li Îran kir û herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn zimanî.

 

 

Bi heman mijarî:

Serokê PAKê Husên Yezdanpena rastî êrîşekê hat
Serokê PAKê: Tifaqa AKP-MHPê tifaqa şerî ye
Şandeya HDP-DBPê çû serdana PAKê
Endamê Meclîsa PAKê Ermiş hate desteserkirin
Sirbistanê, birêvberê PAKê radestî Tirkiyê kir
PAKê kongreya xwe ya yekemîn li darxist
Etîketan:
PDKÎ, PAK, Mistefa Hicrî, Mustafa Ozçelik, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de