11:12 24 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Êdî şensekî ku em bêjin na tuneye'

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan li hemberî pêşniyara Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli ku gotibû ‘bila hilbijartinên serokomarî û parlamenterî di 26ê Tebaxê de werin kirin' xemgîn bûye.

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza xwe ya hilbijartina pêşwext ku ev demeke dirêj e li kulîsan tê axaftin anî ziman û xwest hem hilbijartina serokomarî û hem jî ya parlamenterî di 26ê Tebaxê de were lidarxistin.

    Li gor nûçeya Nuray Babacana rojnameya Hurriyetê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî axaftina xwe ya grûba parlamentoyê di civîneke kesên nêzî xwe de dibêje ‘min gotinên Bahçeli nû bihîstin û ez xemgînim ku berê behsa vî tiştî nekir.'

    Di nava AKPê de jî êdî gotinên ku ji vê seetê pêve rev ji hilbijartina pêşwext tuneye û dema herî baş jî 24ê Hezîranê yan jî 16ê Îlonê ye têne axaftin.

    Li gor nûçeya Hurriyetê, rêvebirekî AKPê dibêje: "Piştî axaftina Bahçeli tu qîmet tuneye ku kî daxwaza hilbijartina pêşwext dike. Ev wek macuna ku ji tup derdikeve, êdî kes hew dikare vê macunê têxe tup. Ev mijar bi raya giştî hat parvekirin, êdî şensekî ku em bêjin na tuneye. Dîrok revize dibe û hilbijartina pêşwext jî dê were lidarxistin."

    Bi heman mijarî:

    Ruhanî û Erdogan bi rêya telefonê axivîn
    Erdogan bi Merkel re peywendiyeke telefonî danî
    Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg re civiya
    Erdogan: Kes nikare bêje me bêdeng bin
    'Li gorî anketa ku AKPê kiriye Erdogan 44 ji sedê dengan distîne'
    Etîketan:
    MHP, AKP, Erdogan û Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de