02:30 25 Gulan 2018
    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Ruhanî û Erdogan bi rêya telefonê axivîn

    © REUTERS / Kayhan Ozer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di peywendiyeke telefonî de li ser rewşa dawî ya Sûriyê axivîn û teqezî li ser hewldanên Hevpar ên ji bo çareseriya pirsa Sûriyê kirin.

    Li gor zanyariyên medyaya tirkî, Erdogan bi Ruhanî re bi telefonê de rewşa Sûriyê û têkiliyên dualî gotûbêj kirin. Serokomarê tirk amaje bi wê yekê kiriye ku ji destpêkê ve hewlesta Tirkiyê ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî zelal û eşkere bû û teqez li ser kêmkirina aloziyên li Sûriyê kiriye.

    Erdogan û Ruhanî teqezî li gringiya berdewambûna hewildanên hevpar ên Tirkiye, Îran û Rûsyayê di çarçoveya qonaxa Astanayê de kirin.

    Herwiha di wê peywendiyê de Tirkiyê û Îranê ji ber xurtkirina hevkariya têkiliyên darayî kêfxweşiyên xwe anîne ziman.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi Merkel re peywendiyeke telefonî danî
    Erdogan: Kes nikare bêje me bêdeng bin
    Erdogan ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê got: Ev kar wisa bi bergiriyên pansûmankirinê nabe
    'Li gorî anketa ku AKPê kiriye Erdogan 44 ji sedê dengan distîne'
    Etîketan:
    Têkiliyên Tirkiyê û Îranê, Rewşa Dawî ya Sûriyê, Dîplomasî, Peywendiya Telefonê, Rûhanî, Erdogan, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de