18:43 19 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Li Tirkiyeyê OHAL bo cara 7emîn tê dirêjkirin

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li ser pêşniyariya Lijneya Ewlehiya ya Millî (MGK) ya ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû Lijneya Wezîran a Tirkiyeyê Rewşa Awarte (OHAL) 3 mehên din tê dirêj kirin. Lijneya wezîran biryar pejirand û bo parlementoyê hat şandin.

    Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag ragihand ku tezkereya ku OHALê bo cara 7emîn dirêj dike bo Serokatiya Parlementoyê Tirkiyê (TBMM) hate pêşkêşkirin. Li gorî wê yekê OHAL bo cara heftemîn tê dirêjkirin.

    Bozdagî parast ku OHAL ji bo rêxistinên terorî û têkoşînê li dijî wan hatiye sepandin û ji niha û pê ve jî dê di vî warê dde tê bikoşin.

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê di civîna îro 17ê Nîsanê ya Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) de biryara pêşniyaziya dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL) kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Konseya Ewropayê: Em ji dirêjkirin û çarçoveya rewşa OHAL a li Tirkiyeyê nîgeran in
    HRW: Li Tirkiyeyê OHAL dibe sedema binpêkirinan
    Moody's ji bo OHAL û Referandumê hişyarî da Tirkiyeyê
    HRW: Divê OHAL bê rakirin û dawî li fişara ser Kurdan were
    Etîketan:
    Dirêjkirina rewşa Awarte li Tirkiyê, Rewşa Awarta, OHAL, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de