04:13 20 Nîsan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Dîroknasa ku gotibû ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ bi cizayê girtîgehê hat sizadan

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Li dîroknasa tirk Ayşe Hur bi bihaneya ku ‘propagandaya rêxistinê' kiriye salek û 3 meh cizayê girtîgehê lê hat birîn.

    Dîroknas Ayşe Hur li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Min gelek caran fikrê xwe diyar kiriye, PKK ne rêxistinek teror e. Ew tevgerek gerîlayî û gel e" par ve kiribû. Ji ber vê peyama Hur bi hînceta "propaganda rêxistinê" û doz lê vekirin.

    Li gorî zanyariyên Ajanasa Mezopotamyayê (MA) Danişîna doza Hur li 24emîn Dadgeha Cizayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Bi hînceta ‘propaganda rêxistinê' kiriye Hur bi salek û 3 meh cizayê girtîgehê hat sizadan.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Amerîkî bo Trump: Yên ku biryarên çewt bidin dê bêne sizadan
    Komîsyona Disîplînê yê YNKê gelek berpirsên xwe sizadan kirin
    Rûsya: Her çi kesên tiliya wan di kuştina Karlov de hebe, dê bên sizadan
    Etîketan:
    Dadgeh, Dad, Cizayê gitîgehê, Sizadan, îdiaya porpogandaya rêxistinê, Dîroknasa tirk, Dîroknas, Ayeş Hur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de