07:36 24 Nîsan 2018
    Civîna Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê(MGK)

    Civîna MGKyê bi dawî bû: Pêşniyazî hat kirin ku dema OHALê were dirêjkirin

    © Foto : Cumhurbaşkanlığı / Yasin Bülbül
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di civîna îro 17ê Nîsanê ya Lijneya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê (MGK) de biryara pêşniyaziya dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL) hat standin.

    Civîna MGKyê ku bi serokatiya Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin saetek û 45 xulekan dom kir.

    Piştî civîna MGKyê daxuyaniyek hat belavkirin. Di wê daxuyaniyê de hat gotin, "pêşniyazî hat kirin ku rewşa awarte (OHAL) were dirêjkirin." Bi vê dirêjkirinê rewşa awarte bo cara 7emîn dê were dirêjkirin.

    Di civîna MGKyê de rewşa dawî û rûdanên Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Di daxuyanyê de hat diyarkirin, "Ji bo bergiriya komkujiya li Sûriyê hewildaên raya giştî giring in." Di heman daxuyaniyê de herwiha wisa hat gotin, "di warê têkoşîna dijterorê de em li benda hevkariya hevpeymanên xwe ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    MGK: Pêwîst e misyona TSKê ya li Idlibê li Efrînê jî bê pêkanîn
    MGK: Referandûma ‘Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye, nayê qebûlkirin
    MGK îro ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê dicive
    MGK: Referandûm xetayeke xeterî ye
    MGK: Piştgirîya YPGê bi hevalbendî û dostanîyê re bihev nake
    Etîketan:
    Dirêjkirina rewşa Awarte li Tirkiyê, Civîna MGKyê, MGK, OHAL, Rewşa Awarte, MGK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de