19:04 25 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Behsa hilbijartinê dikin, em jî dibêjin înşellah û em ê wan bişînin

    © Foto : Navenda Giştî ya CHPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê pêşniyaza Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli de di komcivîna partiye xwe de axivî. Kiliçdaoglu "Behsa hilbijartinê dikin, em jî dibêjin înşellah û em ê wan bişînin, ji ber ku em ji wan aciz in, gel ji wan aciz e."

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi xizmetên şaredariyên CHPê ve dest bi axaftina xwe ya komcivîna partiye kir û gotin anî ser pêşniyaza serokê MHPê Devlet Bahçeli ku got ‘di 26ê Tebaxa 2018an de divê hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin.'

    Serokê CHPê Kiliçdaroglu da zanîn ku êdî ketine atmosfera hilbijartinê û divê di sindoqê de bersiva wan bê dayin. Kiliçdaroglu got: "Behsa hilbijartinê dikin, em jî dibêjin înşellah û em ê wan bişînin, dê gel wan bişîne. Em ji wan gellekî aciz in, hemwelatî ji wan aciz in, dibêje vê dewletê hêzên derve birêve dibin, wê demê fonksiyona te çi ye gelo?"

    ​Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya komcivînê de rexne li hikumetê girtin ku êdî nikarin dewletê birêve bibin û divê ji ser pêywirê biçin.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên pêşwext bersiva Bahçeliyî da
    HDP: Êdî dema têkbirina AKPê hatiye
    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir
    Li Dumeyirê Ceyşul Islamê dest bi danîna çekan kir
    Etîketan:
    pêşwext, sindoq, hilbijartin, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de