05:56 22 Nîsan 2018
    DÎSK-KESK

    ‘Li Amedê em ê rojên xweş bibînin'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê li Amedê bi pêşengîya DISK, KESK, TMMOB û TTBê bi şîara ‘Li Amedê em ê rojên xweş bibînin' dê were pîroz kirin. Sendikayan ji bo mitînga ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin serî li Walitîya Amedê dan.

    Li Amedê xebatên ji bo mitînga 1ê Gûlanê Roja Karkerên Cihanê didome. Nunerên DISK, KESK, TMMOB û TTBê têkildarî naveroka mitîngê daxuyanîyeke hevpar dan û ragihandin ku ji bo mitîngê li Qada Îstasyonê li dar bixin serî li Walitîya Amedê dan. Endamê TumbeL-Senê Baki Ondeş daxuyanîya hevpar de got "Rewşa awarte û politîkayên şer bandorek neyinî li ser pêşeroja kedkaran û tenduristîya civakê dike. Em di pêvajoyek ku rexnekirina politîkayên şer û gotina ‘aşitiyê' hatîye qedexekirin de derbas dibin. Weke her sal îsal jî ji bo daxwazên kedkaran û hesreta demokrasî, aşitî û azadiyê em li Qada Îstasyonê biqîrin me serî li Walitîya Amedê da."

    ‘LI AMEDÊ EM Ê ROJÊN XWEŞ BIBÎNIN'

    Ondeş wiha got "Em bi biryar in ku bi şîara ‘Li Amedê em ê rojên xweş bibînin' 1ê Gûlanê bikin rêxistinkirina tekoşîna li dijî neheqîyê. Yên ku di bin sînorê birçîbûnê de ne û yên bêkar li Qada Îstasyonê kom bibin. Yên ku naxwazin dema dixebitin bimrin û jiyanê di parêzin dê li Qada Îstesyonê bin. Yên ku dibêjin ‘Na', dibêjin ‘Aşiti' û dibêjin ‘Edalet' dê li qadên 1ê Gûlanê kom bibin. Yên şi şer re dibêjin ‘Na' û dibêjin ‘Aşitî' dê li Ada Îstasyonê kom bibin. Bi milyonan kes dê ragihîne ku teslimî rejîma bi rewşa awarte ya tarî nabin. Yên ku hatin îxraçkirin, yên ku rojnameyên wan, komeleyen wan hatin girtin dê li Qada Îstasyonê bin. Ji bo mafên karker û kedkaran bînin ziman em weke DISK, KESK, TMMOB û TTBê em ê li qadê bin. Em bang li gele xwe dikin ku li Qada Îstasyonê aştî, demokrasÎ, ked, azadÎ û edalatê biqîrin dikin."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên pêşwext bersiva Bahçeliyî da
    Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in
    Reqemên Budçeya Tirkiyeyê a meha adarê eşkere bûn
    ‘Rûsya kengî bixwaze dikare Tirkiyeyê ji Efrînê derxe'
    Raste ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ber bi şikestinê ve diçin?
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de