05:47 20 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên pêşwext bersiva Bahçeliyî da

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê banga serokê Partiya Tevgera Neteweparêz(MHP) Devlet Bahçeliyî ya hilbijartinên pêşwext de axift û diyar kir, haya wî bi her kesî re ji vê bangê çêbûye û got, "organên karbidest dê binirxînin."

    Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeliyî cara yekem daxwaza xwe ya hilbijartina pêşwext anî ziman li gel ku ev demeke dirêj bû, di kulîsan de behsa wê dihat kirin. Bahçeliyî di civîna partiya xwe de xwest ku hilbijartinên Serokkomariyê û yên parlamanetoyê di 26ê Tebaxa 2018an de bên kirin û got, "ne hewce ye, em vê meseleyê dirêj bikin".

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdagî bersiva vê banga Bahçeliyî da. Bozdagî got, "ez jî bi we re hîn bûn. Mijar dê di organên partiyê yên karbidest de werin nirxandin û daxuyanî jî dê were dan."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ger Enqere planan mezin bike, dibe ku li Tirkiyeyê santralên nû werin çêkirin
    Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
    Sedir: Bila hikûmet artêşa Tirkiyeyê asteng bike
    ‘Li Tirkiyeyê herî kêm 70 hezar xwendekar di girtîgehê de ne'
    Hîndekarê tirk: Rûsya bi daxuyaniya Efrînê xwest peyamekê bide Tirkiyeyê
    Etîketan:
    MHP, Devlet Bahçeli, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de