07:34 24 Nîsan 2018
    Devlet Bahçeli

    Serokê MHPê Devlet Bahçeli daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Devlet Bahçeli eşkere kir ku Tirkiye di van şert û mercan de nikare li bendeyi sala 2019an bisekine, divê di 26ê Tebaxa 2018an de hilbijartinên pêşwext yên serokomariyê û parlamenteriyê bên lidarxistin. Divê em vî karî zêde dirêj nekin.

    Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli da zanîn ku Tirkiye di van şert û mercan de nikare li bendeyi sala 2019an bisekine, divê di 26ê Tebaxa 2018an de hilbijartinên pêşwext yên serokomariyê û parlamenteriyê bên lidarxistin. Divê em vî karî zêde dirêj nekin.

    Herwiha Bahçeli derbarê mijarên di rojeve de jî di komcivîna partiya xwe daxuyaniyên tund dan. Bahçeli êrîşa DYA, Fransa û Brîtanyayê ya dijî Sûriyeyê nirxand û got êrîş peyamekê bo mûhatabên xwe dihewîne. Bahçeli: "Ji çekên kîmyewî bêtir gellek rûdanên din hebûn ku dibûn sedema mirina mirovan, wê demê DYA, Fransa û Brîtanya li kuderê bûn. Moşekên her sê dewletan bi ya me nabe tercûmanê wîjdanê mirovatiyê."

    Bahçeli di berdewamiya axaftina xwe de rexne li serokê DYAyê Donald Trump girt û wî wek zarokê do bi nav kir: "Serokê DYAyê bi helwesta zarokê do li ser Twitterê gefan li Rûsyayê duxwe. Beriya niha aqlê we li kuderê bû?"

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Îran û Tirkiyeyê de teqes hat kirin
    WSJ: DYA, piştî vekşîna ji Sûriyeyê, avakirina hêzek leşkerî ya ji Ereban plan dike
    Serokê dewletê: Eger teslîm nebe dê were kuştin
    Ji ber gotina 'bila zarok nemrin' bi pitika xwe ya 6 mehî ve wê bikeve girtîgehê
    Etîketan:
    zarokê do, Bahçeli, DYA, Devlet Bahçeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de