01:01 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî

    Di navbera Îran û Tirkiyeyê de teqes hat kirin

    © REUTERS / Kayhan Özer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di navbera Tirkiye û Îranê de yekemîn car duhî bêyî dolar û euro teqesa pera hat kirin.

    Li gor nûçeya BBCyê ku dispêre ajansa fermî ya Îranê (IRNA) Tehran û Enqereyê yekemîn car di navbera xwe de bêyî dolar û euro teqesa pereyan kirin.

    Berpirsên têkiliyên gel ên Bankeya Navendî yên Îranê di axaftina xwe ya IRNAyê de gotin: "Bi vê hemleyê wê kare bazirganî û bankavanî yê navbera herdu welatan hêsan bibe û rîska dovîzê jî kêm bike."

    Di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a meha Cotmeha 2017an a Îranê de jî bazirganiya bi pereyên millî hatibû rojevê û herdu welatan ji bo teqesa pereyan peymanek îmze kiribû.

    Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê di civîna xwe ya çapemenî de gotibûn: "Me biryar da em hereketekê ji sektora xwe ya banka û fînansê re bînin. Em ê êdî bi pereyên millî bazirganiya xwe bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Wezîrê berê: Tirkiye Îran, Iraq û kurd bi êrişa li dijî Sûriyeyê re eleqedar dibin
    Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
    Îmarat: Îran, Îsraîl û Tirkiye ji bo ereban tehdît e
    Îran û Tirkiye li ser hevkariya leşkerî li hev civiyan
    Wezîrên Îran, Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistanê li Bakuyê dicivin
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Serokomarê Tirkiyeyê, Hesen Rûhanî, Recep Tayyip Erdogan, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de