17:07 25 Nîsan 2018
    Fethullah Gulen

    ‘Dibe ku îstîxbarat rojekê Gulen çavbandkirî bîne Tirkiyeyê'

    © AP Photo / Chris Post
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de operasyonên MÎTê yên derveyê welat mînak nîşan da û ragihand ku dibe MÎT rojekê Gulen jî çavbandkirî bîne Tirkiyeyê.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de got: "Doza keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson dest pê kir. Gelo mimkine ku MÎT Gulen bi balafirekê bîne Tirkiyeyê. Lê hê derheqê Gulen de li Amerîkayê ti dozeke ku hatibe vekirin tuneye. Dosyayên ku Tirkiyeyê şandin Amerîkayê hê kelpaxê wan jî nehatiye vekirin."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Digel vê jî Erdogan dibêje ‘FETO em ê te bînin Tirkiyeyê' Çimlî konjektur diguhere. MÎTê heta niha 18 welatan 80 endamên FETO girtin û anîn Tirkiyeyê. Ev kare dan û standinê ye. Gelo mimkine ku rojekê Gulen jî bi vê rêbazê were Tirkiyeyê. Min pirsa vê vekoland. Eger berjewendiyeke Amerîkayê ji Tirkiyeyê girîngtir derkeve mimkine Gulen îade bike. Dibe careke em bibînin ku çavê wî bandkirî û MÎTê Gulen anî Tirkiyeyê."

    Bi heman mijarî:

    'Pêvajoya ji bo îadekirina Gulen êdî Rûsyayê jî eleqeder dike'
    DYA: Biryara îadekirinê Gulen li gor hincet û yasayên DYAyê wê bên dayin
    Di lêpirsîna sûîqesta Karlov de ji bo Gulen û Uslu biryara binçavkirinê hat deranîn
    Erdogan bangî Fetullah Gulen kir: Dê Amerîka heta ku li pişt te be
    Ji Fethullah Gulen bo hevalbendên xwe peyamek nû
    Etîketan:
    FETO-PDY, Fethullah Gulen, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de