17:24 20 Nîsan 2018
    Girtîgeh - Heps

    Ji ber gotina 'bila zarok nemrin' bi pitika xwe ya 6 mehî ve wê bikeve girtîgehê

    © AFP 2018 / Philippe LOPEZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mamosteya bi navê Ayşe Çelik beşdarî bernameyek televîzyonê bibû û qedexekirina kolanan a li bajarên kurdan rexnekiribû û gotibû 'bila zarok nemrin.' Herwiha Ayşe Çelik ji ber gotina ‘bila zarok nemrin' derbarê wê de doz hat vekirin û di 20ê Nîsanê de bi pitika xwe ya 6 mehî ve wê bikeve girtîgehê.

    li Tirkiyeyê mamosteya bi navê Ayşe Çelik bi rêya telefonê beşdarî bernameya Beyaz Showê a Kanala Dyê bibû û qedexekirina derketina derve ya kolanên bajarên kurdan rexnekiribû û di berdewamiya axaftina xwe de jî gotibû 'bila zarok nemrin.' Herwiha ji ber van gotinan derbarê mamoste Ayşe Çelik de lêpirsînê dabû destpêkirin û paşê doz hat vekirin. Dadgehê salek û 3 meh cezayê girtîgehê li mamoste Ayşe Çelik birrî.

    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê, Ayşe Çelik ji ber ku got ‘bila zarok nemrin' bi pitika xwe ya 6 mehî ve di 20ê Nîsanê de wê bikeve girtîgehê û herwiha bilêv kir ku qedera zarokan divê ne girtîgeh bin.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê di encama êrişa Erebistana Siûdî de gelek zarok jiyana xwe ji dest dan
    Li Yemenê êrîşa hewayî: 7 jê zarok bi tevahî 12 sivîlan jiyana xwe winda kirin
    Di du salên dawî de 19 zarok ji ber teqemeniyê jiyana xwe winda kirin
    Etîketan:
    pitik, zarok, mamoste, doz, Ayşe Çelik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de