17:41 22 Nîsan 2018
    Edliyeya Çaglayanê / Avahiya Dadwerîya Stenbolê

    Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî kiribû dîsa nehat berdan

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keşeyê amerîkî yê bi navê Andrew Craig Brunson ku li Îzmîrê bi îdîaya li ser navê PKK û FETO/PDYê sûc kiriye hatibû girtin dîsa nehat berdan.

    Keşeyê amerîkî yê bi navê Andrew Craig Brunson ku li Îzmîrê bi îdîaya li ser navê PKK û FETO/PDYê sûc kiriye û 35 sal cezayê girtîgehê tê darizandin dîsa nehat berdan. Brunson duhî li Îzmîrê derkete pêşberî dadger. Dadgeriyê daxwaza berdewamiya girtina Brunson kir û doza wî jî bo 7ê Gulanê hat paşxistin.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftineke xwe de gotibû: "Serokê Amerîkayê Donald Trump ji me daxwaza berdana Brunson kir. Amerîka daxwaza îadekirina keşe dike. Li cem we jî keşeyek heye û hûn jî wî îadeyî me bikin."

    Bi heman mijarî:

    Senatorên DYAyê ji bo keşe Brunson tên Tirkiyeyê
    Keşeyê ku Trump daxwaza berdana wî dikir îro derdikeve pêşberî dadger
    Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin
    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Etîketan:
    Andrew Craig Brunson, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de