03:15 23 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump

    Pisporê rûsî: Tirkiye rewşa navbera Rûsya û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê rûsî Boris Dolgov li ser piştgiriya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiye rewşa heyî ya di navbera Rûsya û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

    Hîndekarê Navenda Lêkolînên Ereb û Îslamê ya Akademiya Zanistiyên Rûsyayê Boris Golgov got, "Eşkere ye ku Tirkiye di şerê li Sûriyeyê de berjewendiyên xwe difikire. Tirkiye polîtîkaya Neo-osmanîzmê dimeşîne. Li hemû herêmên ku demekê perçeyên Împaratoriya Osmanî bûn, li gorî berjwendiyên xwe dimeşe."

    Dolgov anî ziman ku endambûna NATOyê bandoreke girîng li polîtîkaya Tirkiyeyê dike û ev tişt gotin, "Tirkiye wekî endamekî NATOyê, neçar e ku li gorî rêziknameya tifaqê tevbigere. Rêzikname zorê dide hemû endamên tifaqê ku piştgiriyê bide polîtîka û rêveberiya NATOyê. Rêveberiya NATOyê jî helbet Amerîka ye."

    ‘BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ LI BENDAVÊ HENE'

    Dolgov ragihand ku ji aliyekî ve Rûsya ji aliyê din ve Amerîka dixwaze Tirkiyeyê bigire cem û got, Enqere jî ji vê yekê sûdê werdigire. Pisporê rûsî weisa berdewam kir: "Rêveberiya Tirkiyeyê, dîplomasiya tirk vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Tirkiye li welatên bendavê jî xwedî berjwendî ye. Li Qeterê hindik be jî leşkerên Tirkiyeyê hene. Herwisa tê gotin ku dibe Tirkiye li Somaliyê jî baregeha leşkerî ava bike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi Merkel re peywendiyeke telefonî danî
    Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg re civiya
    Erdogan: Kes nikare bêje me bêdeng bin
    Erdogan ji bo êrîşa li hemberî Sûriyeyê got: Ev kar wisa bi bergiriyên pansûmankirinê nabe
    'Li gorî anketa ku AKPê kiriye Erdogan 44 ji sedê dengan distîne'
    Etîketan:
    berjewendî, Pisporê rûsî, Boris Dolgov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de