03:14 23 Nîsan 2018
    Sezgin Tanrikulu

    Tanrikulu: Hikumet 81 bajarên Tirkiyê bi rejîma zilmê birêve dibe

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    CHPê li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL) li hemu bajarên Tirkiyê di heman demê de çalakîya rûniştinê li darxist. Parlamanterê CHPê Sezgin Tanrikulu di çalakîya li Amedê de got, "Wan di got ku ‘rewşa awarte zilm e' lê aniha 81 bajarên Tirkiyê bi rejima ku dibêjin zilm e birêve dibin."

    Partiya Komariya Gel (CHP) ji bo li dijî biryara dirêjkirina cara 7em a Rewşa Awarte (OHAL) derbikevin li hemu bajarên Tirkiyê di heman demê de çalakîya runiştinê li darxist. Li Amedê jî bi heman armancê li Qada Şêx Seid (Deriyê Çiyê) çalakîya rûniştinê hat lidarxistin. Parlamanterên CHPê Sezgin Tanrikulu û Necati Yilmaz, serok û rêvebirên CHPê jî di nav de gellek kes li qadê kombûn. Nunerên HDPê, sendîka û saziyên sivîl jî beşdarî çalakiyê bun û piştgirî dan. Derdora qadê bi bariyerên polîsan ve hat dorpêçkirin û tedbirên ewlehî jî balkişandin.

    ‘ÊDI EWLEHIYA CAN Û MALÊN TI KESÎ NEMA YE'

    Serokê bajarê Amedê yê CHPê Mehmet Sayin di daxuyaniya xwe de balkişand ser encamên rewşa awarte. Sayin got, "Bi rewşa awarte gelek kes hatin desteserkirin û girtin. Rewşa awarte bê cudakirin ji bo hemû civakê bû sûcekî mezin. Êdi ewlehîya ya can û malen ti kesî nema ye. Rewşa awarte girtina rojnamevana ye, rewşa awarte girtina akademîsyena ye."

    TANRIKULU: 81 BAJARÊN TIRKIYÊ BI REJÎMA ZILMÊ BIRÊVE DIBIN

    Piştre Parlamanterê CHPê Sezgin Tanrikulu axivî û got, "Berê dema rewşa awarte hat ragihandin li Amedê 15 salan dewam kir. Erdogan dema li bajarê Wanê axivî got, ‘Em li hemû bajarên Tirkiyeyê geriyan û me ji gel pirsî ku herî zêde ji çi nerazîne. Bersiva wan rewşa awarte bû û me jî rakir.' Dema hatin desthiladariyê, rewşa awarte tenê li Amed û Şirnexê hebû.

    Piştî ku OHAL rakirin afîşên rakirina rewşa awarte li her deveran daliqandin. Wan di got ku rewşa awarte zilm e. Lê aniha 81 bajarên Tirkiyê bi rejîma ku dibêjin zilm e birêvedibin. Êdi bê rewşa awarte nikarin vî welatî birêvebibin. Em li her deverê li dijî rewşa avarte derdikevin. Em ê van qadan veguherînin qadên aşitî û demokrasiyê."

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê bersiv da daxuyaniya Macronî ya Tirkiyeyê
    Lavrov: Îdiayên ku li Dûmayê em guhertinan pêk tînin ne rast in
    YE: Operasyona Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê zehmettir kir
    Etîketan:
    81 bajar, Ragihandina Rewşa Awarte, ohal, çalakiya rûniştinê, rewşa awarte, Sezgin Tanrikulu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de