15:01 22 Gulan 2018
    Jens Stoltenberg

    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li Enqereyê civiyan. Çavuşogluyî got, "em li dijî cudakariya di têkoşîna li dijî terorê de ne". Stoltenbergî jî got, "NATO li gel Tirkiyeyê ye."

    Stoltenberg di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi Çavuşogluyî re civiya. Herduyan piştî civînê ji rojnamevanan re axiftin û Çavuşogluyî got ku "Tirkiye li gel wê ye ku NATO bi endamên nû were berfirehkirin.

    Çavuşogluyî diyar kir ku wan behsa lûtkeya NATOyê ya dê li Tirkiyeyê bi rê ve biçe kir û got, "em piştgiriyeke zêdetir ji bo têkoşîna xwe ya li dijî terorê ji NATOyê dipên. Em dizanin ku sekreterê giştî di vê fikirê de ye û em spasiya wî dikin. Em li dijî cudakariya di têkkoşîna li dijî terorê de ne. Em dê li ser têkoşîna xwe ya li dijî rêxistinên terorê berdewam bin. Em îro di civîna xwe de li ser mijarên herêmî yên wek Sûriye, Iraq û Lîbyaye axiftin. Em dê di lûtkeyê de van jî gotûbêj bikin. Me derfet dît ku fikirên xwe di mijarên herêmî de ji hev re bibêjin."

    "MACRONÎ XWEST TEV LI CIVÎNA LI GEL ÎRAN Û RÛSYAYÊ BIBE"

    Herwiha Çavuşoglu derbarê daxuyaniyên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî de jî axift û wiha got:

    "Mixabin gelek dostên me yên ewropî dûrî cidiyeta meseleyê, nûnerîtiya populîzma dikin. Daxuyaniyên Serokkomarê Fransayê ji aliyê welatên cuda ve hat redkirin. Em daxuyaniyên wiha dipên ku bi serokkomarekî bikevin.Macronî xwest ku tev li wê lûtkeyê bibe ya ku bi Rûsya û Îranê re hatibû lidarxistin. Gava tev li civîna sêalî nebû, nehat. Ev bûyer berî bûyerên li Dûmayê qewimîn. Em ji serî de li dijî çekên nûklerî ne û li dijî yên kîmyewî ne jî. Têkiliyên me li gel Rûsya û Îranê çêbûn ku bi pêvajoya Astanayê dest pê kiribû. Me destkeftiyên giring ji vê pêvajoyê bi dest xisitn. Divê em pêvajo bi Cenevê were bidawîkirin. Dibe fikirên me yên cuda hebin lê têkiliyên me yên li gel Rûsyayê bi gotinên Serokkomarê Fransayê xera nabin. Ev daxuyanî ne daxuyaniyên rast in."

    "ÇAVUŞOGLU AGAHÎ DERBARÊ OPERASYONA EFRÎNÊ DE DAN MIN"

    Stoltenbergî diyar kir ku ji dema dest bi peywira xwe kiriye, 7 caran serdaan Enqereyê kiriye û wiha dewam kir:

    Tirkiye di hevpeymaniyê de hevpeymanek e ku roleke sereke dilîze. Tirkiye beşdariyeke xurt dide xebatên ewlekariya me ya hevpar û têkoşîna me ya li dijî DAIŞê. Tirkiye ji bo NATOyê gelek tiştan dike. NATO li gel Tirkiyeyê ye. Tirkiye mêvandariya bêtirî 3.5 milyon penaberî dike. Me îro behsa lûtkeya meha temûzê kir. Birêz Çavuşogluyî derbarê operasyona Efrînê de agahî dan min. Me behsa operasyona êrîşa kîmyewî jî kir. Me agahî dan welatên endamên NATOyê."

    Herwiha Stoltenbergî got ku "bi kêfxweşî pêşwaziya tevgera şefaf a Tirkiyeyê ya di çarçoveya operasyona Efrînê de dikin."

    "TIRKIYE HEVPEYMANEKE GIRING E"

    Stoltenberg piştî îdîayên çekên kîmyewî êrîşên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li ser Sûriyeyê nirxandin û got, "çekên kîmyewî hatin qedexekirin. Peymaneke navneteweyî ya di vê mijarê de heye. Armanca vê operasyonê ew e ku tiwana rejîma Sûriyeyê ya çekên kîmyewî were kêmkirin. Peyamekê dide."
    Pirs li ser wê daxwazê hat kirin ku bila Tirkiye ji NATOyê were derxistin, sekreterê NATOyê got, "Tirkiye hevpeymaneke NATOyê yê gelekî giring e. Em veberhênanê ji bingehê leşkerî yê Tirkiyeyê re dabîn dikin. Tirkiye hevpeymaneke gelekî giring e."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Wek Libyayê li Sûriyeyê nekevin nava macerayan
    Medyaya Brîtanî: Mezintirîn koma şerî çû beravên Sûriyeyê
    Putin û Macron li ser rewşa Sûriyeyê axivîn
    'Milîtanan ferman stendiye ku piştî êrişeka Amerîkayê li Sûriyeyê dest bi êrişê bikin'
    Piştî operasyona li dijî Sûriyeyê dîmenên Esad hatin weşandin
    Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin
    Rudskoy: Pergalên hewayî yên Sûriyeyê ji 103 moşekan 71 moşek asteng kirin
    Etîketan:
    Mevlut Çavuşoglu, Emmanuel Macron, Fransa, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de