08:49 23 Nîsan 2018
    Bînalî Yildirim

    Ji Yildirim bo Yûnanistanê: Em ê bersivê bidin

    © AP Photo / Eckehard Schulz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de helwesta Yûnanistanê nirxand û got: "Qewîtiya me li wan bila xwe ji provokasyonan dûr bigrin."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê piştî axaftina konferansa danasîna Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ji rojnamevanan re got: "Wek hûn jî dizanin Yûnanistan li Deryaya Egeyê car carinan tevlî fealiyetên provokasyonî dibe û demên dawî ev zêde dibin. Hinek giravên ku aîdiyeta wê ne diyar hene. Wek giravên Kardakê li hemberî van jî hinek hewldanên desteserkirine pêk tên û herî dawî jî Yûnanistanê li girava Antrofotos a Didimê ala xwe çikand."

    Binali Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tîmên ewlehî yên qeraxê mudaxele kirin û ala Yûnanistanê rakirin. Qewîtiya me li wan bila di nava têkiliyên baş de bin û xwe ji provokasyonan dûr bigrin. Bila ti kes hêviya ku em ji desthilatiya xwe tawîzan bidin neke. Em van rewşên fiîlî bê bersiv nahêlin û bersiva pêwist dê were dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Yûnanistanê guleyan berda helîkoptera Tirkiyê
    Yûnanistanê Tirkiye wekî 'dijmin' bi nav kir
    Yekemîn care serokomarekî Yûnanistanê serdana Tirkiyeyê dike
    Li Yûnanistanê helîkoptera ku 5 leşker têde bûn ket
    Tirkiyeyê ji Yûnanistanê daxwaza îadeya duyemîn a leşkerên derbekar kir
    Etîketan:
    Serokwezîrê Tirkiyeyê, Binali Yildirim, Yûnanistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de