
Recep Tayyip Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin em ê çawa şîrove bikin, ev 7 sal in ev rewş dewam dike. Di vê pêvajoyê de dewletên emperyal çend mirovên sûriyeyî birin welatê xwe, lê Tirkiye 3 milyon û 500 hezar sûriyeyî xwedî dike. Gotin çekên kîmyewî hatine bikaranîn û bombebaran kirin. Dibêjin ji bo ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn me lêda. Yanî yên ku bi çekên konvansiyonel têne kuştin tiştekî nahesibînin. Ma edaleteke wiha heye. Paşî dibêjin em aştiyê dixwazin. Bila aştiyeke wiha nebe."
Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heta niha 31 milyar dolar pere me li penaberan serf kir. Ji Yekîtiya Ewropayê 6 milyar euro ji me re hatin û ew jî bi rêya UNESCO, Heyva Sor û AFADê tê. Ji vî pêve tiştekî din tuneye. Were jî neyê jî em ê van penaberan xwedî bikin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)