18:41 20 Gulan 2018
    Naci Agbal

    Reqemên Budçeya Tirkiyeyê a meha adarê eşkere bûn

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Darayî yê hikumeta Tirkiyeyê Naci Agbal reqemên budçeya meha adarê eşkere kir. Li gor daneyên Agbal di meha Adara 2018an de budçeya Tirkiyeyê 20.2 mîlyar lîre kêm derket.

    Wezîrê Darayî yê hikumeta Tirkiyeyê Naci Agbal reqemên meha Adara 2018an ya aboriya Tirkiyeyê eşkere kir ku li gor daneyên Agbal budçeya Tirkiyeyê cardin kêm derket û reqem gihaştin 20.2 mîlyar lîreyî.

    Agbal: "Hatiniyên budçeyê li gor heman mehê ya sala par ji %30.1 zêde bû û gihaşt 61 mîlyar lîreyî. Di meha Rêbendan û Sibatê de budçe 201 mîlyon lîre kêm derket, yên der faîzê jî 12,5 mîlyar lîre ye."

    Herwiha di meha Rêbendan û Sibatê de bac ji %18.3 zêde bûn û derket 104,6 mîlyar lire.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Bozdag bersiv da Macron: Ya rast çi be em wê diparêzin
    Îranê malbata girtiyê kurd ku biryara îdamê dabûyê jî girtin
    Rûsya: Amerîka rasterast êrişî ekonomiya me dike
    Etîketan:
    budçe, Tirkiye, aborî, Naci Agbal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de