14:42 22 Gulan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    ‘Tirkiye ji sibehê heta nîvro piştgirê DYAyê ye, piştî nîvro jî hevalbendê Rûsyayê ye'

    © REUTERS / UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser aboriya Tirkiyeyê û mijarên di rojevê de axivî û rexne li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan girtin, "Dibêje hêzên derve operasyonê li me dikşînin, ma tu zarok e ku operasyonê li te dikşînin. Bêkêriya xwe bi hêzên xeyalî ve vedişêre."

    Li gor nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê Serokê Partiya Komariya Gel Kemal Kiliçdaroglu li Antalyayê bi hin rojnemavenan re axivî û derbarê miharên di rojevê ramanên xwe aniye ziman: "Digotin em ê faîzan daxînin, em dibêjin daxînin lê danaxînin, gello ji bo çi? Dema ku dolar radibe dibêje hêzên derve operasyonê li me dikşînin, ma tu zarok e ku operasyonê li te dikşînin. Bêkêriya xwe bi hêzên xeyalî ve vedişêre, bi rastî jî rewşa aboriyê gellekî nebaş e."

    Herwiha serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser politikaya derve ya Tirkiyeyê jî rexne li hikumetê girtin û got: "Di polîtîkaya derve de gellek xeta hatin kirin, Tirkiye di mijara Sûriyeyê de politikaya xwe bi tenê bi çûna Esad ve girêdaye, divê ne li gor berjewendiyên hêzên rojavayî yên serwer, li gor berjewendiyên heremê tevbigerin. Polîtîkaya Tirkiyeyê wisa ye, ji serê sibehê heta nîvro li piştgirê DYAyê ye, piştî nîvro jî hevalbendê Rûsyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu ji Barzanî re sersaxî xwest
    Serdozgeriyê daxwaza rakirina destnedayîna Kiliçdaroglu kir
    Kiliçdaroglu: Li cihê ku 52 leşkerên me şehîdbûne bi stranan şovê dikin
    Etîketan:
    sûriye, şer, rexne, aborî, dolar, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de