05:10 21 Nîsan 2018
    Qezaya trafÎkê

    Li Êlihê qezaya trafîkê: 4 mirî û 11 birîndar

    Ria.ru
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Êlihê du wesayît li hev qelibîn di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest, li ser rêya sereke ya Êlih û Qûbînê li devera Herêma Pîşesazî ya Organîzeya Êlihê wesayîta turan Gornu û Agit Tarhan li hev qelibîn.

    Di encama qezayê de ajovan Agit Tarhan li cihê bûyerê û ajovan Turan Gornu jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan. Mustafa Gornuyê 5 salî û Hicran Gornuya 30 salî ku di encama qezayê de bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest dan.

    Li Nexeşxaneya Dewlet a Herêmî ya Êlihê dermankirina 11 birîndarên din dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera Êlihê ya berê hat binçavkirin
    Li Êlihê wesayîta zirxî li otomobîlê qelibî: 3 leşker û 2 sivîl birîndar bûn
    Li Êlihê 2 cerdewan kuştî hatin dîtin
    Li Êlihê teqîn: 8 kes birîndar bûn
    Li Êlihê teqîn: 2 leşker mirin
    Parlamentera HDPê ya Êlihê piştî binçavkirinê serbest hat berdan
    Etîketan:
    Li Êlihê qezaya trafîkê, Êlih, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de