01:02 26 Nîsan 2018
    Ahmet Davutoğlu

    Serokwezîrê tirk ê berê: Min dixwest ez leşkerekî artêşa Selahedîn bûma

    © Foto : akparti.org
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu ku di dema proseya çareseriyê de serokwezîr bû, di çarçoveya konferansekê de, serdana bajarê Amedê kir.

    Di Konferansa ku ji aliyê Cemiyeta Belavkirina Zanistê (Ilim Yayma Cemiyetî) ve hat lidarxistin Ahmet Davutoglu wek axaftvan beşdar bû. Davutoglu di piraniya axaftina xwe de, behsa giringiya yekîtiya kurd û tirkan kir.

    Davutoglu bal kişande ser hevkariya kurd û tirkan a dîrokî û got: "Ji bo kesên ku dixwazin tovên nijadperestiyê têxin nav kurd û tirkan, ez vê yeke dibêjim, min dixwest ku wek tirkmenekî leşkerekî artêşa Alparslan bûma û min dixwest wek kurdekî jî leşkerekî artêşa Selahedîn bûma."

    Di konferansa navhatî de serokwezîrê berê Davutoglu hewil da ji helbesta Feqiyê Teyran a bi navê Dilo Rabe çarîneyekê bixwîne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di hilbijartinan de bikaranîna ala kurdan hat qedexekirin’
    Esad li Şamê bi parlementerên rûsî re hevdîtinek pêk anî
    Şeva Tomahawkê: Êrîşa Amerîkayê ya sembolîk
    CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye
    Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn
    Etîketan:
    leşkerê selahedîn, Konferans, Serdan, Feqiyê Teyran, Selahedîn Eyûbî, Ahmet Davutoglu, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de