06:20 27 Gulan 2018
Kemal Kiliçdaroglu

CHP: Havênê mirovatiyê di dilê wan ên ku dibêjin ‘baş e ku teqe li Esad kirin’ tune ye

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê rexne kir û da xuyakirin ku îro çekên herî giran û bipêşketî li Rojhilata Navîn têne bi kar anîn. Kiliçdaroglu got "dibêjin ‘Baş e ku teqe li Esad kirin'di dilê wan ên ku vê dibêjin de havênê mirovatiyê tune ye.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu di civîna şaxa jinan a partiya xwe ya bajarê Antalyayê axivî û bombebaran Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyê rexne kir. Kiliçdaroglu ev tişt gotin:

‘ÇEKÊN HERÎ GIRAN Û HEMDEM LI ROJHILATA NAVÎN TÊN CERIBANDIN’

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got, "Li ber sere me şerek heye. Çekên herî giran û hemdem li Rojhilata Navîn tên ceribandin. Ev çek li ser çi têne ceribandin, li ser kobayan? Na. Ev çek li ser gelê erebî têne ceribandin. Ev çek li ser mirovan têne ceribandin. Ne li welatên xwe, li welatekî din û li ser gelên din van çekan diceribînin."

'YÊN KU JI KUŞTINA MIROVAN ZEWQÊ DISTÎNIN MIROV NAYÊN HESIBANDIN'

Kiliçdaroglu "dibêjin ‘Baş e ku teqe li (Serokê Dewleta Sûriyê Beşar) Esad kirin' di dilê wan ên ku vê dibêjin de havênê mirovatiyê tune ye. Derdikevine qadan û behsa mafê mirovan dikin. Yên ku ji kuştina mirovan zewqê distînin mirov nayên hesibandin. Îro roj pêwist e ligel hev em li ser vê rewşa rûnên û bifikirin."

 

 

Bi heman mijarî:

CHP: Leşkerên me têne kuştin û sûriyeyî jî kêfa xwe dikin
CHP ji bo tifaqê bi IYI Parti re hevdîtinek pêk anî
CHP: Em ê tifaqeke bihêz ava bikin
CHP: Efrîn ne leystoka AKPê ye
CHP: Em dê biçin faşîzma AKPê tune bikin
Etîketan:
Çekên Modern, Çekên Giran, Êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê li dijî Sûriyê, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Beşar Esad, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de