07:01 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

'Li gorî anketa ku AKPê kiriye Erdogan 44 ji sedê dengan distîne'

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hate îdiakirin ku di anketa ku Seroka Partiya IYI Meral Akşenerê ji Erdogan re gotibû ‘encamên wê anketê eşkere bike birê min' de xeyalên AKPê şkestine û rêjeya dengên Erdoganî 44 jî sedî ye.

Li gorî nûçeya Gazete DuvaRê di anketa dawî ya ku AKPê kiriye xealên wê şkestine. Li gorî encamên anketê rêjeya dengên Serokomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan 44 ji sedî ye. Herwiha li gorî wê anketê operasyona li dijî Efrînê û tifaqa Erdogan dengên Erdogan bi tenê 1 ji sedî zêde kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku demek berê Seroka Partiya IYI Akşenerê amajê pê kiribû rêjeya dengên tifaqa muhtemel ya Partiya IYI û Saadetê 32 ji sedî ye û rêjeya dengên Erdogan jî 44 jî sedî ye.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîn
Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide
Wezîrê almanî li ser çalakiya bo Efrînê bersiv da Erdogan: Ez li pişt polîsên xwe me
Etîketan:
Anket, Saadet, Partiya IYI, AKP, Meral Akşener, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de