16:04 20 Hezîran 2018
Meral Akşener

Akşener li Batmanê çarika spî da serê xwe got: Me bi jinan re tifaq kiriye

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Seroka partiya IYI (IYI Parti) Meral Akşener li Batmanê beşdarî vekirina rêxistina şaxa partiya xwe bû. Akşener çarika spî da serê xwe û got ya ku zilaman nekariye bikin em dê bikin.

Seroka partiya IYI Meral li Batmanê beriya ku xîtabî hevwelatiyan bikin çarika spî da serê xwe û wisa axivî:

"Dema ku diçime bajarê kurdan çarikên sipî diyariyî min dikin. Dema ku ez weke serokomar bême bijartin em dê ji çarikên spî muzexaneyekê vekin. Ev çarika serê min çarika jineke Batmanî ye. Li herêmê dema ku malbat an jî eşîr bi hev diçin, jineke bi çarik dikeve navbera wan û çarika xwe davêje ortê, wê demê herkes pişta xwe dide hev û şer bi dawî dibe. Em jî, em dê ya ku zilaman nekariye bikin, pêk bikin. Ger pêwîst bike em dê çarika serê xwe derxin û bavêjin ortê. Em dê rê li ber birakûjiyê bibirin."

‘ME BI JINÊN MALAN RE TIFAQ KIRIYE'

Seroka Partiyê IYIyê destnîşan kir ku ew dê beşdarî hilbijartinana bibin û li hemû bajarên Tirkiyeyê parlementeran derxin û wiha berdewam kir: "Em dê têkevine hilbijartinana. Em alternatîfa partiya desthilartê ne. Me jî tifaq kir. Me bi gel re tifaq kir. Me jinên malan, karkeran ûmamosteyên ku nehatine wezîfedarkirin re tifaq kir."

 

 

 

Bi heman mijarî:

Akşener ji Emine Erdogan re got: Ji ‘efendî’ re bibêje bila hinekî li malê rûne
Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
Navê partiya Meral Akşener eşkere bû
Akşener, dest bi xebata partiya nû kir
Ji Meral Akşener daxuyaniya partiyeke nû
‘Akşener partiyeke bi navê ‘Partiya Tirkiye ya Netewperest' ava dike
Etîketan:
Seroka Partiya IYI, Hilbijartinên Serokomariyê, Hilbijartin, Tifaq, Spî, Çarika, Çarik, Meral Akşener, Batman
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de