05:10 21 Nîsan 2018
    PAK-

    PAK: Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin

    © Foto : Partiya Azadiya Kurdistan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 93yemîn salvegera şehadeta Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg de bi daxuyaniyekê nivîskî bi bîranî.

    Di dîroka Kurdistanê de ji serhildanên herî girîng ek jî ‘Serhildana Şêx Seîd' e. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê ve hatibû destpê kirin. Teşkîlata Azadiyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadiyê bû.

    Beriya ku amadehiya serhildanê temam bibe, dewleta Tirkiyeyê pê hesîya û du rêveberên Teşkîlata Azadiyê girtin.

    Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke dewleta Tirkiyê, serîhildan ji dema ku hatibû plankirin zûtir dest pê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.

    Serokê Teşkîlata Azadîyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadîyê Yûsûf Zîya Beg, 93 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Bedlîsê hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Zîya Beg hat îdamkirin.

    PAK di peyama xwe ya bi bîranîna Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg de wiha dibêje: "Em wek PAK xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Ziya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin. Di 93yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê berê: Tirkiye Îran, Iraq û kurd bi êrişa li dijî Sûriyeyê re eleqedar dibin
    'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
    Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand
    Talebanî: Divê partiyên kurd hilbijartinê boykot bikin
    Etîketan:
    PAK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de