04:16 20 Nîsan 2018
    Li Bedlîsê mayîn teqiya

    Bedlîsê teqîn: Welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest da

    © Foto : Sînan Akgul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku welatiyê bi navê Hikmet Akar di encama teqîna mayina ku berê hatibû bicihkirin jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî haydariyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, li gundê Torxê ya navçeya Motkan a Bedlîsê welatiyê bi navê Hikmet Akar ku xwediyê 4 zarokan e ji bo komkirina pincaran çûye herêma ku ji aliyê walîtiyê ve têketina herêma hatibû qedexekirin, pê li mayina ku berê hatibû bicihkirin dike û di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dide.

    Hat diyarkirin ku cenazeya Hikmet Akar ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

    Herwiha li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî li herêma ku teqîn lê rû da ye, gelek car di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk de şer qewimiye.

    Bi heman mijarî:

    Li stadyumê teqîn: 4 kuştî û 10 birîndar
    Li Bedlîsê teqîn: Leşkerekî can da
    Li Erzînganê teqîn: Mirî û birîndar hene
    Li El Babê Teqîn rû da: Gelek mirî û birîndar hene
    Li Dîlokê teqîn rû da: 1 mirî 4 birîndar
    Etîketan:
    teqîn, Sputnik, Hikmet Akar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de