17:35 20 Nîsan 2018
    Şam

    Berdevkê AKPê: Tirkiye ji operasyona li dijî Sûriyeyê hat agahdarkirin

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Berdevkê AKPê Mahir Unal diyar kir ku beriya operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransa ya li dijî Sûriyeyê Tirkiye hat agahdarkirin.

    Berdevkê AKPê Mahir Unal di televîzyona CNN Tirkê de li ser operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyeyê axivî û diyar kir ku Tirkiye beriya operasyonê hatine agahdarkirin.

    Unal herwisa anî ziman ku ev êrîş ne li dijî Sûriyeyê ye, li dijî rejîmê ye. Ji axaftinên wan diyar bû ku operasyoneke wisa wê were lidarxistin.

    Berdevkê AKPê diyar kir ku ev operasyon ji bo astengkirina bikaranîna çekên kimyewî ya ji aliyê Esad ve jî hişyariyek e.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de