02:43 28 Gulan 2018
Dayikeke kurd a din wêneyê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş daye destê xwe û beşdarî mitînga HDPê û ta Amedê bûye.

Biryara berdewamiya girtina Demirtaş hat dayîn

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (103)
0 0 0

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş îro bi tewanbariya “birêvebirina rêxistinê” hat darizandin. Di encama darizandinê de di derheqê Demirtaş de biryara berdewamiya girtina wî hat dayîn.

Doza Demirtaş îro ji aliyê dozgeriya Sîncanê ya giran ya li Enqerê ve hat dîtinê. Demirtaş bi parêzer û nas û parlementeran re beşdarê dozê bû.

‘DEMIRTAŞ, MIN NE JI KESÎ EMIR HILDA NE JÎ EMIR DA KESÎ'
Selahattin Dmeirtaş di parastina xwe de anî ziman ku: Min di axaftinên xwe yên li mitînga de kesî teşwîqê sûcan nekiriye, tew min wan axaftina ji bo ku milet ji sûcan dûrbixim dikir.
Demirtaş di derbarê tewanbariya ‘birêvebirina PKKê' jî wiha got "min ne tu car emir daye kesî ne jî ji kesî emir hildaye, girtina min alikariya sosyolojîk e ji bo rêxistinê. Îfadeyên ku min bi kar aniye divê di çarçoveya ‘azadiya axaftinê' de bê nirxandin."

Parêzerên Demirtaş jî di mehkemê de anîn ziman ku fezlekeya di derbarê Demirtaş de hatiye amadekirin derhiqûqî ye. Heyeta dozgerê biryara berdewamiya Demirtaş da û dîroka mehkemeya bê 18ê Meha Tîrmehê diyar kir.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (103)

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Yên ku dê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in
Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye
Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan
'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
Etîketan:
demirtaş, darizandin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de