17:38 22 Nîsan 2018
    DAIŞ

    Celladê DAIŞê yê Reqayê li Edenê hate desteserkirin

    © REUTERS / Stringer/Files
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Tirkiyê Edenê di encamdana operasyonên li dijî DAIŞê de tirkek û 7 sûriyeyî hatin desteserkirin. Di nava kesên desteserkirî de Celladê DAIŞê yê Reqayê jî heye.

    Di îfadeya gumanbaran de derket holê ku Read Hajjiosman ê Sûriyeyî muxbirê DAIŞê ye û kesên ku dixwazin birevin re alîkarî dikir. Hajjiosman Celladê DAIŞê li Reqayê bû û li Reqayê hêk difirotin û bi vî awayê xwe vedişart. Herwiha derket holê ku kurê wî û zavayê wê jî bombeyê zindî ne û li Reqayê çalakiyên xwekujiyê pêk anîne.

    Piştî ku îfadeyên gumanbaran hat stendin ew bo edliyeyê hatin sewqkirin, li wir 6 gumanbar hatin girtin û gumanbarek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Em ê nekevine şerê Sûriyê, armanca me têkbirina DAIŞê ye
    Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye
    Koçberên mûsilî ji tirsa DAIŞê dîsa vedigerin Kurdistanê
    Li Iraqê opersyonek li dijî hucreyên DAIŞê yên malan hat destpêkirin
    'DAIŞê li Iraqê kontrola navçeyekê bi dest xist: Gelek kuştî û birîndar'
    DAIŞê êrîşê ser gundê Kerkûkê kir: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    Celladê DAIŞê, Desteserkirin, Girtin, DAIŞ, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de