19:00 25 Nîsan 2018
    KESK

    KESK: Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji rewşa awarte re na

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Platforma Şaxên KESKê têkildarî dirêjkirina rewşa awarte di heman demê de li gelek bajaran daxuyanî da û got "Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji rewşa awarte re na." Şaxa Amedê ya KESK jî bertek nîşanî rewşa awarte da û ragihand ku di 1ê Gûlanê Roja Karkerên Cihanê dê li Qada Îstesyonê pîroz bikin.

    Platforma Şaxên KESKê têkildarî rewşa awarte di heman demê de li gelek bajaran bi şîara "Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji Rewşa Awarte re Na" daxuyanî dan. Endamên Platformê bertek nîşanî ku hikûmeta dixwaze cara 7emîn rewşa awarte dirêj bike da û xwest rewşa awarte rabe. Li Amedê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê KESKê Fatma Budak Guler axivî û got "Bi ragihandina rewşa awarte li gelek qadên jiyanê biryarên bêhiquqî hatin derxistin. Di qada ked û kar de jî bi KHKyan 116 hezar kedkar hatin ixraçkirin. Êrişên li hemberî kedkarên muxalif zêde bûn û xebatên sendîkayan hat asteng kirin."

    ‘DIRÊJKIRINA REWŞA AWARTE NE LI GORÎ DAXAZÊN CIVAKÊ YE'

    şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Guler bibîr xist ku di ser ragihandina rewşa awarte re 21 meh derbas bû ne û wiha got "Ev 21 mehên rewşa awarte bondoreke neyînî li demokrasî, aborî, jiyana civakî, edalet û azadî kir. Em dikarin bêjin ku 21 meh berê rewşa welatê me baştir bû. Ji bo aramîya welat divê di 20ê Avrêlê de rewşa awarte carek din neyê dirêjkirin. Dirêjkirina rewşa awarte ne li gorî daxwazên civakê ye û aborîya ku ne baş bûye dê hêj xirabtir bike. Civak êdi rewşa awarte naxwaze."

    ‘DI 1Ê GÛLANÊ DE EM Ê LI QADA İSTESYONÊ BIN'

    Guler, têkildarî 1ê Gûlanê Roja Karkerên Cîhanê de jî axivî û wiha got "Em dixwazin bibêjin ku em weke DİSK, KESK, TMMOB û TTB dixwazin 1ê Gûlanê Roja Karkerên Cihanê bê rewşa awarte pîroz bikin. Ji bo mafên karkeran û qêrina aşitîyê em ê weke DİSK, KESK, TMMOB û TTB li Qada İstesyonê a Amedê li qadê bin. Em li bende hemu gelê xwe ne ku beşdarî mitînga 1ê Gûlanê bibin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Şaraderîya Amedê 23 karker ji kar hatin avêtin
    Li Îranê di kana madenê de teqîn: Herî kêm 50 karker di bin madenê de ne
    Li Şaradariya Erxeniyê 8 karker ji kar hatin derxistin
    Li Şaraderîya Wanê 60 karker ji kar hatin avêtin
    Li Antalyayê kana komirê hilweşîya: 2 karker di bin de man
    Etîketan:
    karker, rewşa awarte, Sputnik, Fatma Budak Guler, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de