01:06 21 Nîsan 2018
    Helepçe

    KCD: Di ser komkujîya Enfalê 32 sal derbas bûn

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    KCDê bi sedema 32yemîn salvegera komkujiya Enfalê bi daxuyaniyek komkujiyê şermezar kir. KCDê got "Li ser gelê kurd polîtîkayên qirkirinê tê domandin."

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo 32yemîn salvegera komkujiya Enfalê ya ku di 14ê Avrêla 1986an de li ser fermana Serokdewlet ê Iraqê Sedam Huseyîn pêk hat şermezar kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. KCDê têkildarî mijarêde daxuyanî da û got, "Ji ser komkujiya Enfalê ya ku wekî sûcê mirovî û deqeke reş ketiye nav rûpelên dîrokê 32 sal derbas bûn. Di vê komkujiyê de 182 hezar kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin. Texrîbatên di encama vê komkujî û sûcê mirovî de derketin holê hê jî benavber didomin."

    ‘POLITİKAYA QIRKIRINÊ DEWAM KIR'

    KCKê daxuyanî xwe de wiha berdewam dike "Komkujiya Enfalê, komkujiya ku dewletên mêtinger li ser gelê kurd dane meşandin ne ya ewil e û ne jî ya dawî ye. Ev komkujî wekî berdewam komkujiyên Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dêsim û gelek komkujiyên din ên bi stratejiya tunekirina gelê kurd hatine meşandinin. Ev polîtîkaya qirkirinê li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û di roja me de bi wêrankirin û hilweşandina Efrînê re tê domandin. Tê zanîn ku dewletên dagirker ên ev komkujiyan kirine, bi piştgirî û hêzên emperyal ên navneteweyî pêk anîne. Hêzên navneteweyî şirîkî wan sûcê mirovî ne. Heta ku hemû dîktator û şirîkên wan ên van sûcan li pêşberî mirovahiyê hisab ji wan neyê pirsîn û neyên darizandin û cezakirin wê tu carî wijdanê mirovan pak nebe."

    ‘DIVÊ BERPIRSİYAR WERIN DARIZANDIN Û HISAB JI WAN BÊ PIRSİN'

    KCDê di daxuyanîya xwe de got "Dîktatorên ku ev komkujî pêk anîne di wijdanê mirovahiyê de hatine mehkûmkirin û di nav rûpelên dîrokê yên lanetkirî û reş de wenda bûne. Gelê me jî her roj gav bi gav nêzî azadiya Kurdistanê dibe, ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya moral û hêviyê. Ji ber vê yekê Kurdistan, li dinyaya ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin bûye erdnîgariya ji nûve şînbûna nirxên mirovahiyê. Bi vê bîr û baweriyê 32yemîn salvegera komkujiya Enfalê careke din lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsin."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo Enfalê: Baştirîn wefa pêşeroja azad û serbixwe ye
    Parlamentoya Iraqê Roja Enfalê weke Roja Niştimanî ya Iraqê ragihand
    Enfala seyemîn êşa bê derman "Helepçe"
    Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
    Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe
    Etîketan:
    komkujî, kurd, KCD
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de